Aloziya di navbera rêveberiya Herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê de berdewam dike. Hat angaştin ku yekîneyên artêşa Iraqê ketine gundek nêzî Silêmaniyê.
Li gorî agahiyên malperên nêzî YNKê dane, yekîneyek girêdayî artêşa Iraqê bi desteka tankan ketiye gundê bi navê Serha yê li nêzîkê Silêmaniyê. Piştî ku ev bûyer hate bihîstin, yekîneyên Pêşmergeyan ketin alarimê.
Hat diyarkirin ku ji ber vê bûyerê yekîneyên girêdayî rêveberiya Başûrê Kurdistanê derdora gund girtine û tê diyarkirin ku rayedarên Kurdan û artêşa Iraqê li wir hev dîtine.