Hûsiyan sê keştiyên di destê xwe de serbest berdan

Milîsên Hûsiyan ên Yemenê li başûrê Behra Sor dest danîbûn ser sê keştiyên biyanî û 16 xebatkarên wê dîl girtibûn. Milîsan keştî û xebatkarên wê serbest berdan.

Hûsiyan diyar kirin ku di serê vê hefteyê de sê keştiyên biyanî dane sekinandin. Hûsiyan diyar kirin ji bo ku ew fêm bikin ev keştî ne yên Siûdî ne, wan keştî desteser kirine.

Hate diyarkirin ku ev keştî yek a Koreya Başûr e. Wezareta Karê Derve ya Koreya Başûr diyar kir ku keştî û xebatkarên wan serbest hatine berdan.

Di meha Îlonê de Hûsiyan bang li Siûdî Erebistanê kiribû û pêşniyaz kiribûn ku bila van şeran bi dawî bikin.

Di sala 2014’an de bi pêşengiya Hûsiyan serhildanek hatibû destpêkirin. Piştî ku Sana ya ku paytext e, bi dest xistin û Serokkomar Mansûr Haîdî sirgunî Siûdî Erebistanê bû, şer geştir bû. Li Yemenê bi deh hezaran kes hatin kuştin. Nifûsa wê 30 milyon e lê 24 milyon kes pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye. Herî kêm 3,3 milyon kesan jî warên xwe terikandin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî şerê navxweyî yê li Yemenê, krîza herî mezin a mirovî ya dema niha ye.