Hunermendê Kurd hat girtin

Hunermend Aram Serhad ê 2 sal berê li navçeya Qovanciyan a Xarpêtê beşdarî konsera ji bo alîkariya Rojavayê ya ji aliyê HDP'ê ve hat lidarxistin bû, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin

Hunermend Aram Serhad, bi hinceta ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li ser wan 'Li Rojavayê Mirovahî tê qetilkiri' û 'Perwerdehiya Bi Zimanê Dayikê' hatiye nivîsandin rakiriye. Ji ber vê hunermend Aram Serhad (Gokhan Sevinç) 4 roj berê bi hînceta 'propagandaya rêxistinê' kirye hatibû binçavkirin û piştî 2 rojan li Muduriyeta Polîsan a Buyukçekmeceya Stenbolê hat ragirtin, sewqî Muduriyeta Polîsan a Xarpêtê hatibû kirin.

Serhad ê 2 rojan li Xarpêtê di bin çavan de hat ragirtin, îro bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Serhad ji aliyê 1'emîn Dadweriya Cezayê Sûlh a Xarpêtê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin.

Hat diyarkirin ku tevî Serhad welatiyên bi navê Yilmaz Gulaşkı, Selahattîn Demîrkapû, Ramazan Karaman, Mahmût Karakoyûn, Denîz Canpolat, Cûmalî Karabal, Alî Haydar Kiliç û Ahmet Arîf Gurses jî hatine girtin.