Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Rojda, li Balafirgeha Ataturkê dema xwest biçe Almanyayê hate binçavkirin.
Hunermenda kurd a NÇM'ê Rojda, dema xwest li gel komek muzisyen biçe Almanyayê li Balafirgeha Ataturk di kontrola nasnameye de hate binçavkirin.
Rojda dê li Dusseldorfê tevli konserekê bûbûya. Rojda ku sedema binçavkirina wê nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.