HRE: Li Ezaz û Mareyê 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li Ezaz û Mare yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, di encama çalakiyên hêzên wan de 3 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
HRE'yê ragihand ku li Ezaz û Mare yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, di encama çalakiyên hêzên wan de 3 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker di çalakiyên wan de hatine kuştin.
Hate diyarkirin ku li hember êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên wan ên bersivdayînê didomin û ev agahî hatin dayîn:
“3’yê Mijdarê li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de çeteyek dagirker hate kuştin.
4’ê Mijdarê li xeta Mareyê 2 çalakiyên sekvanî hatin lidarxistin, di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.”