HRE: Êrîşên artêşa Tirk hate şikandin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku hêzên wan êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Şerayê têk birine.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HRE’yê got; “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawiyê de liv û tevgera xwe li herêma Efrînê zêde kirin, her weha bê navber herêmên başûr û başûrê rojhilatê Efrînê bi taybet gundên navçeya Şera û Şêrawa topbaran kirin. Li hember van êrîşan hêzên me asta berxwedanê bilind kirin û bersiva êrîşên dagirkeriyê dan.

Roja 20’ê Tîrmehê  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan gundên Merenaz, Malikiyê û Şewarixa yên girêdayî navçeya Şera topbaran kirin û di bin sîwana topbaranê de xwestin li derdora gundê Merenazê de bi pêş ve werin. Li ser vî bingehî şer di navbera şervanên me û artêşa dagirker û çeteyên wê de rû da û bêhtirî 6 seatan dirêj kir. Şervanên me hemû êrîş şikandin. Di encama şer de 5 çeteyên her dû komên çete Liwa El Şîmal – El Cebha El Şamiyê hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn. Her weha 3 leşkerên artêşa dagirker a Tirk jî birîndar bûn.

Hemwextî wê, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê heta derengiya şevê herêmên sivîlan dan ber topan û ji ber wê ziyanên mezin ên maddî gîhişte mal û zeviyên gundên Şewarixa, Malikiyê û Merênazê.”