HPG: Artêşa Tirk li Şemzînanê operasyon li dar xist

HPG: Artêşa Tirk li Şemzînanê operasyon li dar xist

Li gel pêvajoya agirbestê û çareseriyê operasyonên artêşa Tirk berdewam dikin. HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk li Şemzînanê operasyon pêk anî û herêma Oremarê jî hat topbarankirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got. “Di roja 24'ê Avrêlê de girêdayî Colemêrgê navçeya Şemzînan li gundê şkeftanê û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve operasyonek hatiye lidarxistin. di dema operasyonê de leşkerên dijmin bîdonê Mazotê yên gundiyan agir berdane û îmha kirine, û herweha dixwazin li gond qereqolek nû ava bikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin: “Di roja 24’ê Avrêlê saet di 23.00 de û roja 25’ê Avrêlê saet di 03.00 de, li devera Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê deverên Şehîd Xafur û Şehîd Karker ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi obîs û hewanan hatine topbarankirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got: “Di 24'ê Avrêlê di navbera demjmêr 10.30 û 12.30 balefirên Şer yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li ser herêmên Zap û Zagros yên bi ser herêmên parastinê yên Medyayê bi awayek nizm firyane. û herweha li ser van herêma bê navber balfirên keşfê yên bê mirov xebatên keşfê berdewam dikin.”