Hozat:Komkujiya Pirsûsê konsepteke êrîşên qirker bû
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir AKP piştî Şoreşa Rojava êrîşên qirker ên li ser Kurdistanê daye destpêkirin, komkujiya Pirsûsê jî parçeyek ji vê konseptê ye.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir AKP piştî Şoreşa Rojava êrîşên qirker ên li ser Kurdistanê daye destpêkirin, komkujiya Pirsûsê jî parçeyek ji vê konseptê ye.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ji Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haber re axivî û geşedanên girîng ên Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn nirxand.
Hozat diyar kir desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ji şerê cîhanê yê 3'yan ê herêmê sûd werdigire, dixwaze qirkirina Kurdan bibe serî û got MHP û Ergenekon bi vî şertî destekê dide AKP'ê.
Hozat diyar kir, weke encama polîtîkaya qirkirinê ya desthilata Trk êrîşên li ser jinan zêdetir bûne û got, ''Dewlet li Kurdistanê tecawizkar e, dagirker e, qirker e. Tecawiza li jina Kurd tecawiza li gelê Kurd e. Tecawiza li hemû nirxên Kurdan e. Li dijî vê li Kurdistanê ji heft salî bigirin heta bi heftê salî divê her kes rabe ser piyan .Hemû ciwanên Kurdistanê li her deverê divê ciwaba hewce bidin vê dewleta tecawizkar, qirker. Li Kurdistanê têkilî vê dewletê çi hebe divê were hilweşandin û şewitandin.''
Têkilî êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Heftanînê jî Hozat got li bara berxwedana gerîlayan dewleta Tirk nikare bi pêş bikeve. Hozat destîşan kir AKP desthilata herî qesl a Komara Tirkiyê ye û her ku faşîzmê geş dike hilweşîna xwe nêzîk dike.
'BI ŞOREŞA ROJAVA RE KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK LI ROJAVA BI GEWDE BÛYE'
Hozat ji bo salvegera Şoreşa Rojava diyar kir Şoreşa Rojava bi qasî ku şoreşeke netewî ya demokratîk e her wiha xwedî xisletekî gerdûnî ye jî, 'şoreşa mirovahiyê ye'' û got, ''Bi esasî bû şoreşeke wiha ku paradîgmaya Rêber Apo ya ekolojîk, zayendîparêz û azadîxwaz jiyanî bûye'' û lê zêde kir: ''Paradîgmaya neteweya demokratîk, pergala konfederalîzma demokratîk li Rojava bi gewde bû.''
Hozat bal kişande ser rola jinê ya di vê şoreşê de û got, ''Şoreşa Rojava şoreşek wiha ye ku bi pêşengiya jinê pêk hatiye. Li hemû qadên vê şoreşê jinan kedeke mezin dan, can dan, xwêdan rijandin. Li qada berevaniyê bi DAÎŞ'ê re şer kirine, bi dewleta Tirk a faşîst re şer kirine, li dijî her cure êrîşê bûne hêza pêşeng a sereke.''
'KOMKUJIYA PIRSÛSÊ DEWLETA TIRK KIR'
Hozat diyar kir piştî ku bi Şoreşa Rojava re DAÎŞ hate şikandin, dewleta Tirk ev bi xwe nedaye qebûlkirin û domand, ''Dema ku pişta DAÎŞ'ê hate şikandin, pişta AKP'ê jî hate şikandin. Ji ber ku DAÎŞ dest û çengê AKP'ê ya li Rojhilata Navîn bû. Wan li dijî Kurdan, li dijî gelên Rojihilata Navîn, hêzên demokrasiyê şer dikir. Bi DAÎŞ'ê re dihate xwestin ku dînamîkên demokratîk ên li Rojhilata Navîn were tinekirin, di serî de jî Tevgera Azadiya Kurd. Ji ber ku serê hêzên şoreşger û demokratîk PKK dikişand. Diwest ku bi DAÎŞ'ê re tevgerê tasfiye bikin. Piştî ku pişta DAÎŞ'ê hate şikandin dewleta Tirk rasterast kete dewrê. Dît ku bi El Nûsra û DAÎŞ'ê nikare encamê bigire ew kete dewrê. ''
Derheqê Komkuijya Pirsûsê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, ''Hate gotin ku komkujî ji hêla DAÎŞ'ê ve hatiye kirin lê dewleta Tirk ev kir. Em pir baş dizanin ku dewleta Tirk û DAÎŞ yek e. Yê ku ew ciwan kuştin AKP ye, MÎT e. Armanc çi bû? Aliyekî vê parçeyek ji êrîşên li ser Rojava bû. Kê destek dida Rojava, kê destek dida şoreşa Rojava ew hemû kirin hedef, xwestin ku tine bikin Xwestin ku bitirsînin, çavtirsandî bikin. Aliyê wê yê Rojava ev bû.
'KOMKUJIYA PIRSÛSÊ BI ESASÎ ÊRÎŞEKE LI DIJÎ YEKÎTIYA GELAN BÛ'
Aliyê dî jî têkilî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bû. Bi têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya wir re têkildar bû. Ew jî bi eslê xwe bi Rojava re têkildar bû. Konsepta giştî bû. Bi vê komkujiyê armanc ev bû; têkiliya gelên Tirkiyê û Kurdan qut bikin, yekîtiya di navbeyna gelê Kurd û Tirkiyê de qut bikin. Bi esasî êrîşeke li dijî yekîtiya gelan bû. Bi vî rengî xwestin ku gelên Tirkiyê ji Kurdan dûr bixin, Kurdan terorîze bikin, tenê bihêlin û teslîm bigirin. Di şexsê wan ciwanan de peyam dane hemû civaka Tirkiyê. Peyam dane hêzên demokrasiyê, gelan, ciwanan. Peyam ev bû; heke hûn nêzî Kurdan bibin, hûn ê bişewitin, werin kuştin, bimirin. An hûn ê bimirin an jî vekişin quncika xwe.''
Hozat her wiha got ev êrîş her wiha starta plana çokşikandinê bû, jixwe plan 30'ê Cotmehê di civîna Lijneya Ewlehiya Millî (MGK) ya Tirk de hatiye danîn, 5'ê Nîsana 2015'an cara dawî şandeya HDP'ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re hev dîtiye, piştre hevdîtin bi temamî hatiye birîn, pêvajoya diyalogê qedandine û pêvajoya şerê giştî dane destpêkirin, 20'ê Tîrmeha 2015'an jî 33 şoreşgerên sosyalîst hatine kuştin.
Hozat têkilî êrîşên dewleta Tirk got, ''Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê diwaze ji şerê cîhanê yê 3'yan sûd werbigire, plana qirkirinê ya 100 salî bie serî, qirkirina Kurdan temam bike û MHP'ê, Ergenekon, hemû klîkên faşîst ên paşverû jî bi vî şertî destekê didin AKP'ê.
'TECAWIZÊ WEKE POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ BI CIH TÎNIN'
Têkilî êrîşên li ser jinan jî Hozat got, ''Hêza ku civakîbûna Kurdistanê ava dike jin e. Ya ku çanda Kurd, civakîbûn heta bi îro aniye, daye jiyîn, têkoşîna vê dide jin e. Niha dibêje heke ew jinê teslîm bigirin wê berxwedana Kurdan jî teslîm bigirin. Ji ber vê jî êrîşeke bi alçaxî tîne. Tecawizê weke polîtîkayeke qirkirinê bi cih tîne. Ji bo vîna jina Kurd teslîm bigire, di şexsê jina Kurd de ji bo ku vîna Kurdan teslîm bigire, van êrîşên tecawizê dikin. Ev aliyekî şerê taybet e.
Hozat bi berdewamî got, ''Li Tirkiyê bi esasî li dijî jinan polîtîkaya tecawizê heye. Dema ku bi polîtîkaya qirkirinê ya Kurdistanê re digihije hev bi rengekî girantir tê jiyîn. Li cografyaya Kurdistanê cihên ku herî pir berxwedan lê geş e dibe hedef'' û diyar kir Botan, Dersim, Serhat, Amed, Êlih kirine hedefa xwe.
Hozat bertekên li dijî van êrîşên li ser jinan bi bîr xist û got, ''Têrê nakin. Bi rastî jî ev tecawiz sedema raperînê ye. Ji heft salî heta bi heftê salî divê her kes rabe ser piyan.''
'DEWLETA TIRK LI KURDISTANÊ TECAWIZKAR E'
Hozat li ser polîtîkaya tecawizê ya dewleta Tirk got, ''Dewlet li Kurdistanê tecawizkar e, dagirker e, qirker e. Tecawiza li jina Kurd tecawiza li gelê Kurd e. Tecawiza li hemû nirxên Kurdan e. Li dijî vê li Kurdistanê ji heft salî bigirin heta bi heftê salî divê her kes rabe ser piyan .Hemû ciwanên Kurdistanê li her deverê divê ciwaba hewce bidin vê dewleta tecawizkar, qirker. Li Kurdistanê têkilî vê dewletê çi hebe divê were hilweşandin û şewitandin.''
'DIVÊ HELWEST GIŞTÎ BE'
Hozat her wiha got, ''Êrîşê tînin ser pîroziya civakê. Êrîşeke giştî ya qirkirinê heye. Li dijî vê divê helwest jî giştî be. Heke li dijî van êrîşan em niha li ber xwe nedin em ê kengî li ber xwe bidin. Piştre qirkirin e. Heke niha berdêlê nedî ber çavan, li ber xwe nedî, berdêlan neparêzî, bi temamî dikarî ji her tiştî bibî. Ji vê girantir berdêl heye? Lê ku tu berdêlan bidî ber çavan dikarî her tiştê xwe biparêzî'' û diyar kir, ''Ev têkoşîn tenê bi berxwedana gerîla nabe. Şerê qirkirinê tenê bi berxwedana gerîla, tenê bi têkoşîna gerîla nayê pûçkirin. Divê gelê me jî ji heft salî heta bi heftê salî li cem gerîla be, tevlî vê têkoşîn û berxwedanê bibe. ''
'LI HEFTANÎNÊ BERXWEDANIYEKE BÊHEMPA HEYE'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat têkilî dagirkeriya Tirk a li ser Heftanînê û berxwedan mezin a gerîla got, ''Li Heftanînê berxwedaniyeke bêhempa, bi lehengî heye. Dewleta Tirk êrîşeke bi hovene tîne, berxwedaniyeke bêhempa heye. Ez berxwedaniya gerîla pîroz dikim. Hemû hevrêyên ku şehîd bûne bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînm. Berxwedaniyeke pir bi lehengî heye. Berxwedan didome, di qonaxa berdest de gerîla rê nedan êrîşên faşîst, qirker, li ber xwe dan û pêşiya êrîşan girtin, şikandin. Dewleta Tirk zêde nikare bi pêş ve biçe. Niha bi teknîka zêde, li girên ku bombebaran kirî mane. Li dijî van giran jî gerîla her roj çalakiyên cidî, serkeftî dike, li her deverê lê dide.''
'DIXWAZIN BAŞÛR, ROJAVA TEVÎ NAV XAKA XWE BIKIN'
Hozat li ser armanca dewleta Tirk got, ''Dixwazin Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê tevlî nav Tirkiyê bikin, dixwazin dagirk bikin. Bi dagirkirina van deveran ji Heftanînê heta bi Xakurkê, Qendîl, Şengal, Mexmûr, tevahiya Rojava, tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike, jixwe Idlib dagir kiriye, wiha jî dixwaze xwe bigihîne Deryaya Spî. Dixwaze van hemû sînoran tevlî Tirkiyê bikin. ''
Hozat bi berdewamî got dewleta Tirk ji bo ku dijminê Kurdan e dijminatiya PKK'ê dike û divê ew vê baş bi wan mêjiyan bidin fêhmkirin ku hê jî ev fêhm nekirine.
Hozat her wiha got, ''Armanca dagirkeriya dewleta Tirk li Başûr çiye? Dixwaze statûya Kurdistanê ya Federe ji holê rake. Armanc bi mîsogerî ev e, dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê, Mûsil û Kerkûk jî di nav de dixwaze dagirk bike û tevî nav xaka xwe bike. Propagandaya vê zemînê di ser PKK'ê re hazir dike, bi vê dixwaze ji xwe re zemîna rewatiyê çêbike. Divê rêveberiya Başûr rasyonel be, biaqil û bi rasteqînî nêzîk bibe. Divê bi hesasiyeta welatparêziyê nêzîk bibe. ''
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat têkilî ambargoya li ser Mexmûrê ku ev saleke didome got ji bo ku dewleta Tirk ev ji salekê zêdetir e ambargo li ser Mexmûrê heye, ev jî parçeyek ji êrîşên qirker e û domand, ''Ji bo ku dewleta qirker, mêtinger, faşîst dixwaze mirov ambargoyê li ser civakeke ji hezar mirovî zêdetir ambargoyê datîne? Kîjan wijdan, kîjan Kurdayatî, kîjan nirxê welatparêziyê vê qebûl dike? Divê Rêveberiya Başûr li dijî vê xwedî helwest be. ''
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê têkilî dagirkeriya Tirk a li ser Libyayê jî wiha axivî:
''Niha ev rejîma faşîst dixwaze li ser du lingan dixwaze xwe ava bike. Rejîmek dîkdatoryel a dîncî, netewperest û nîjadperest li Tirkiyeyê lingek ê wê li ser Kurdan e. Lingê dûwem ê vê rejimê xwe gihandiyê polîtîkaya dagirker û neo-Osmanlî ya ku kontrolkirina hemû erdnîgariya hikumeta Osmanniyan e. Li ser van du lingan rejîm tê avakirin. Lîbya jî bi vê re girêdayî ye, dagkeriya Suriyê, Başur, Rojava û dagirkirina Bakurê Suriyê, lingek ê din jî Lîbya ye. Weke hun dizanin Lîbya jî xaka Osmaniyan bû, êdî ew di bernameyan de nîqaş dikin navê Sarrac jî derbas nakin, raste rast dibêjin ew Sirte û Cubrayê bigrin ewê Lîbya bigiştî bigrin, yanî bi vî şêweyî nîqaş dikin. Wê Hafter xilas bibe, Lîbya wê ji wan re bimîne, ew wê dest danîn li ser hemû petrolên Lîbyayê, pirsgirêka gaz û petrola Tirkiyê namîne.
Wê êdî Tirkiye bibe welatê desthilatê hemû Efrîka û Rojhilata Navîn. Her ku diçe peywendiyên bi Tûnûsê re, li her deverê çeteyên bi rêya îhvan tên rêxistinkirin ve di aliyê leşkerî û siyasî de rêxistinkirin pêş bixin. Hewayek wisa heye, em di nava cîhanek xîyalî de ne. Lê belê cîhana me ne di wê pêvajoya berfireh ya Osmaniyan ya di salên 1400, 1500, 1600 de ye. Em di salvegera peymana Lozanê de ne, Erdogan dibêje, “Lozan şaşitî bû, Tirkiye parçe kirin, welatek biçûk xêz kirin.” Dibêje, “Bakurê Suriyê, Bakurê Iraqê yê me bû, Lozan şaşitî bû.” Pêvajo ne ew pêvajoya destpêka sedsala 20. ne. Hinek bûyerên ku dişibin pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekem hene, hinek bûyerên bi ser pêvajoya Şerê Cîhanê yê Dûwem ve diçe hene lê ne wisa ye.
Cîhan cîhanek cûdaye, vê Rojhilata Navîn nade destê Tirkiyeyê, petrola Lîbyayê nadin destê Tirkiyê. Niha jî bi vêya Ermenîstan-Azerbaycanê bi dengek bilind peyamê didin Rûsyayê. Ne cîhanek wisaye, ev hêzên hegemonîk pir vekirîne, dijminahiya desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya bi Kurdan re dît, ev kêmasî baş tesbît kirin. Ji xwe ev belavker, xeyalên neo-Osmanlî, xwestekên wan, rûdinin dirabin, xeyala Osmanlî, xewna wî, xweşibandina padîşahên Osmaniyan, sarayên bi hezar ode, çavlêkirina Ayasofya Osmanliyan, ji zimanê wî fethe kirin nakeve, kêmasiyên vê, hevesên wê dîtin, temaşe kirin hinek tên xapandin, artêşek a çeteyan ava kir. Ji vê Rûsya jî DYE jî dixwaze jê feyde bigre.
DYE DEWLETA TIRK BIKARTÎNE
DYE ji bo Rojhilata navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bike dewleta Tirk bikartîne. Heman polîtîkaya li Lîbyayê jî dîqat bikin, di Lîbyayê de jî piştgiriyeke diyar ya DYE ji bo Tirkiyê heye. Tirkiye jî ji ber vê evqasî serxweve diçe. Wiha dizane ku li gel DYE’yê ye, bi Îslamekî hevkar re li Rojhilata Navîn dixwaze alema Îslamê bixe bin kontrola xwe. Desteka bi salane didin Tirkiyê çavkaniya xwe ji vê digre. Pêvajoyekê wiha karnanîn, heta ku bi giştî kete li ser xeta DAÎŞ’ê pirsgirêk derketin, ji ber ku DAÎŞ ji bin kontrola DYE’yê derket, pirsgirêk hatin jiyankirin. Niha jî dixwazin AKP’ê bînin wê astê.
Dixwazin ji Rûsyayê dûrbixin, çavê xwe ji artêşa çeteyên ku AKP’ê rêxistin kirin re digrin, bi piştevaniya ji Tirkiyê digrin li Îdlibê bi vê destekê li ber xwe didin, li Lîbyayê jî dike li Rojava jî rê li ber dagirkeriyê vekir. Niha li ber herkesê serxweve diçe. Lê belê ev polîtîka valeye, wisa Lîbyayê ji Tirkiyeyê re nahêlin. Niha kete Lîbyayê lê Misir li hemberî xwe dît, Ereb bûne yek û li hemberî vê bertekekî pir ciddî derket holê. Ne tenê Misir, belku welatên Kendavê, Erebîstana Suudî û Mîrtiyên Yekitiya Ereban bertekekî ciddî nîşandan.
Di nava kesimên rewşenbîr ên Ereb, civak û gelê wê de dijminatiya Ereban pêşdixîne ango tenê dijminatiya Kurdan pêşnaxîne. Tenê polîtîkaya dagirkerî û tevî xwe kirina Kurdistanê birêve nabe. Li kêleka Kurdistanê, siyasetek ya dagirkirin û xwe belavî tevahî qadên ku dema Osmaniyan desthilatiya xwe li ser çêkiribûn dike. Di siyaseta xwe ya xwe belavî herderê dike de, Îslamyetê weke amûrekê ya xwe firehkirinê bikartîne. Emewî, Îslama Yezîdiyane. Mûaviye Îslamiyeta Yezidî pêşdixîne. Ji bo desthilatê, Îslamiyetê dike amûr. Civak û gelê Ereb vê yekê dibîne.
HER KU FAŞÎZMÊ PÊŞDIXÎNE HILWEŞANDINA XWE DIJÎ
Ev belavkirin dagirkeye li ser cîhana Ereban, Rojhilata Navîn û Efrîkayê ye. Cîhan ne ew cîhane ku di serê wî de hatî honandin e, ev desthilat faşîst niha di Komara Tirkiyeyê de di rewşa desthilata hikumeta herî lewaz deye. Her ku faşîzma xwe pêşdixe di nava xwe de hilweşandina xwe dijî, realîteyek diyalektîk ya wisa heye. Pêwîste ku têkoşînekî cidî pêşbikeve, ji ber ku ev desthilat alternatîfek a wê nîne ev qas li ser lingan ma. Li dijî AKP’ê têkoşînek pir bi hêz a demokratîk bê rêvebirin, pêwîste ev berxwedanîya gel û gêrîla berdewam bike. Dostek, peywendiyek a AKP’ê nemaye, hatiye tecrîdkirin niha amûreke, pergaleke.
DYE û Rûsya ji bo bingehê berjewendiyên xwe bikar tîne. Dema wextê bikaranînê xilas bû wê heqê devê wan bidetê, stratejî û polîtîkayek wisa tê dîtin. Ji xwe desthilata AKP-MHP’ê wê dersa xwe bigre. Lê her çiqas li ser desthilatê bimîne wê ewqas êşê bi gelê Kurd û gelan bide jiyan kirin. JI bo ku kêm êş bê kişandin, ji bo kêm bedel bên dayîn her kes wê têkoşînek, berxwedanek bi hêz bide, ev desthilata faşîst, ev rejîma dîkdator hatiye dawiya emrê xwe, temenê xwe qedandiye, wê têk biçe. Ev bi têkoşîn û berxwedanê ve girêdayiye.''