Hollande wê roja Înê li Iraqê be
Hollande wê roja Înê li Iraqê be
Hollande wê roja Înê li Iraqê be
Serokkomarê Fransayê François Hollande wê roja Înê biçe serdana Iraqê. Ev serdana Hollande beriya konferansa navneteweyî ya li ser rewşa Iraqê pêk tê.
Di daxuyaniya Qesra Elysée ya Serokkomariya Fransayê de hat ragihandin ku Serokkomar François Hollande wê roja Înê biçe serdana Iraqê. Hat bibîrxistin ku serdan beriya konferansa navneteweyî ya li ser rewşa Iraqê ku wê roja Duşemê li Parîsê pêk were, tê kirin.
Di daxuyaniya Qesra Elysée de hat diyarkirin ku Hollande duh bi Serokkomariyê Iraqê yê Kurd Fûad Masûm û Serokwezîr Haydar El Abadî re bi rêya telefonê axiviye.
Di daxuyaniyê de li ser serdana Hollande ya li Iraqê û konferansa li Parîsê de ev agahî hatin dayîn: "Serokkomar (Hollande) li gorî li hevkirina bi rayedarên Iraqê re, piştrast kiriye ku wê konferansa navneteweyî ya li ser aştî û ewlekariya Iraqê di 15'ê Îlonê de li Parîsê bê lidarxistin. Konferans wê bi beşdariya partnerên navneteweyî û herêmî yên tevkarî li pêkhatina konferansê dikin, were lidarxistin. Konferans wê ji aliyê Serokkomar û Serokkomarê Iraqê Masûm ve bê vekirin."
Di daxuyaniya Elysée de hat ragihandin ku Hollande dixwaze bi serdana xwe ya beriya konferansê re di şerê li dijî DAIŞ'ê de destekê bide rayedarên Iraqî. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev destek wê ji bo "parastina gelên sivîl û ji nû ve avakirina dewleta hiqûqê li yekparetiya Iraqê" be.