Hikûmeta DYE’yê kar rawestand
Hikûmeta DYE’yê kar rawestand
Hikûmeta DYE’yê kar rawestand
Ji ber ku Kongreya DYE’yê der barê butçeya malî ya sala nû de lihevnekirin, Qesra Sipî talîmata rawestandina ajansanên Federal a Amerîkayê da. Hikûmet bi awayekî fermî hat girtin.
Di Hevdîtinên reforma tendurstiyê ya nû de ku Obama xwest de, komarîstan şerta ku bila reform paşve bê xistin, dan pêş û encam negirtin. Hikûmeta DYE’yê piştî 1996’an şûnde cara yekemîn bi awayekî fermî hat girtin.
Piştî hevdîtinê Meclisa Nuneran ku di destê komarîstan de ye û Senatoyê de ku demokrat zêdetirbûn, beriya dest bi hevdîtinên butçeya sala 2014’an bikin tu pêşnûmeya qanûnî ya malî nehat qebûlkirin.
Komarîstên di kongreyê de ku xwestin pêşî li girtina hikûmetê bigirin, li dijî pêşniyara Obama ya wekê ‘bila rêveberiya min di 6 hefteya de buteçeya bo dema kurt derxîne’, xwestin bila reformên tenduristiyê bên rawestandin an jî paşvexistin. Piştî ku Obama ev qebûl nekir, DYE piştî 17 salan şûnde cara yekemîn bi awayekî fermî hat girtin.
Berpirsê Buroya Malî ya Qesra Spî OMB, Sylvîa Burwell, da zanîn ji bo hemû saziyên têkildar talîmata ‘di rewşa kêmbûna malî de girtina plankirî pêk anîne”
Obama roja duşemê hişyariyek kir û got girtina dewleta federal ji bo mirovan dê encamên reel aboriyê derxîne.