Hijmara Tîrmehê ya Serxwebûnê derket

Hijmara 475'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşêta, ''Giyanê Şoreşger ê Tîrmehê di Şerê Şoreşgerî yê Gel de Dijî'', derket.

Hjmara Tîrmehê ya Serxwebûnê bi manşêta, ''Giyanê Şoreşger ê Tîrmehê di Şerê Şoreşgerî yê Gel de Dijî'' kete ber destê xwendekaran. Di vê hijmara nû de geşedanên li ser Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê têne nirxandin. Mijarên 14'ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin û 19'ê Tîrmehê Şoreşa  Rojava li pêş in.

Di rûpela duyan a rojnameyê de nirxandina Komîteya Navendî ya PKK'ê heye ku 4'ê Tîrmehê hatibû weşandin, di nirxandinê de ya bi navê, 'Em xeta fedayî ya 30'ê Hezîranê û 14'ê Tîrmehê rast fêhm bikin û bi serkeftî bi cih bînin'' xeta fedayî ya PKK'ê, di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê û Zîlan de tê nirxandin. Di eynî nivîsê de her wiha êrîşên dagirker ên li ser Metîna, Zap û Avaşînê, Şerê Şoreşgerî yê Gel tê nirxandin.

Di hijmara nû de Cemil Bayik bi nivîsa bi navê,''Berxwedana Gerîla Lozanên nû asteng dike'' di rojnameyê de cih digire. Bayik balê dikişîne ser Şerê Cîhanê yê Sêyan, diyar dike têkiliya Tirkiyê ya bi NATO û Eworpa re weke dema Lozanê didome, Elmanya hevkarê polîtîkayên gemarî yên Tirkiyê ye û bi qedexekirina Kongreya KCDK-E'yê ev xweştir xuya bûye. Bayik her wiha balê dikişîne ser berxwedana gerîla û dibêje, ''Qirkirina li ser Kurdan ku bi Lozanê dest pê kiriye dixwazin di sala 100'î de were temamkirin.''

Endama Koordînasyonê ya KJK'ê Pîroz Nûda di nivîsa xwe de ya bi navê ''19'ê Tîrmehê Şoreşa Roava û xisletê azadixwaz a şoreşa jinê'' dibEje li Rojava şoreşa bingehîn ya hişmendî ye û balê dikişîne ser rola jinê ya di şoreşê de.

Endamê Komîteya Îdeolojîk ê PKK'ê Cemal Amed di sala 40'î ya 14'ê Tîrmehê, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin, de balê dikşîne ser tesîra pêvajoya vê têkoşînê û bîreweriya berxwedanê. Amed qirkirina li ser Kurdan di serî de Zindana Amedê, berxwedana li dijî vê qirkirinê bi berfirehî vedibêje.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi analîza Tebaxa 1994'an bi navê ''Ev şer şerê gel e'' di rojnameyê de cih digire. Di nirxandinê de ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xîtabî qedroyan dike, dibêje, ''Zimanê herî xweş ew ziman e ku mirov bi gel re diaxive. Têkiliya herî xweş ew têkilî ye ku mirov bi gel re datîne'' Û kêmasiyên ji ber ku nikarin xwe bigihînin gel rexne dike.

Endame Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan jî 9 salên Şoreşa Rojava bi befirehî vedibêje, peywir û berpirsyariyên sala 10'an vedike. Kalkan dibêje çirûska şoreşê ne sala 2012'an, sala 1979'an piştî ku Rêber Apo 2'yê Tîrmehê diçe Kobanê û pişre 20 salan bi xebatên rêxistinkirin û bîrewerkirina civakê, tê avêtin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît jî di ropartaja xwe de dibêje bi armanca ku qirkirina Kurdan temam bike û 'Palan Çokşikandinê'' bibe serî AKP anîne ser desthilatê. Umît her wiha kuştina Deniz Poyraz jî bi bîr xist û got encama herî girîng ew e ku Kurd bêyî xweparastinê li ti deverê nikarin encamê bistînin.

Zilar Stêrk jî di nivîsa xwe de behsa jiyan, helwest û têkoşîna Endamê Konseya Seroktiya KCK'ê Diyar Xerîb -Helmet dike, ku 5'ê Tîrmeha 2019'an bi êrîşa hewyî ya dewleta Tirk şehîd bûbû.

Di berga dawî ya rojnameyê de Hejar Zagros (Adnan Tekîn) heye, ku Zagros, li Deryaya Reş şehîd bûbû. Hevrêyê Zagros, Mazlûm Volkan (Yakûp Tokat) behsa Zagros dike, ku ew jî weke wî li Deryaya Reş şehîd bûbû.