Hezer: Heta Kurd azad nebe, Tirkiye azad nabe

Nazmeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya rêza 5. a Wanê Hezer got, "HDP yekane partiya ku li ser jiyana nû û destûra bingehîn a nû ya ji temsîliyeta hemû gel û mafan bi projeyeke rasteqîn pêşkêş dike ye" û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.

Nazmeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya rêza 5. a Wanê Hezer got, "HDP yekane partiya ku li ser jiyana nû û destûra bingehîn a nû ya ji temsîliyeta hemû gel û mafan bi projeyeke rasteqîn pêşkêş dike ye" û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya rêza 5. a Wanê Tûgba Hezer hînê 25 salî ye û namzeta herî ciwan a parlamenteriyê ya Wanê ye. Malbata Hezer a di sala 1989'an d li navçeya Wan Erdîşê ji dayik bû, di komkujiya Zîlanê de hat kuştin. Zarokatiya Hezer jî bi çîrokên li ser komkujiya Zîlanê yên ji kal û apên xwe guhdarî kir, derbas bû. Hezer, ji ber ku dibistana li gund weke kampa leşkerî dihat bikaranîn dibistana xwe ya seretayî û navîn li Erdîşê neçar ma li YÎBO 75. yil bixîne. Lîse jî li kolejeke li Karabukê xwend. Tûgba Hezer a niha namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Wanê ye, pêvajoya namzetiyê û çîroka jiyana xwe ji me re vegot.

Hûn dikarin xwe bi me bidin naskirin?

Di sala 1989'an de li Erdîş Zîlanê ji dayik bûm. Ji ber ku gundê me ji aliyê dewletê ve weke herêma terorê hat îlankirin, ti mamoste nedihat gundê me. Dibistana gundê me bi salan weke kampa leşkerî hat bikaranîn. Ji ber vê yekê jî min bidistanên seretayî û navîn li YÎBO 75. Yil wend. Lîse jî li kolejekê bi bûrsê xwend. Di navbera salên 2008-2012'an de li Zanîngeha Enqereyê min beşa Rêveberiya Saziyên Tenduristiyê xwend. Di heman demê de beşa Edaletê ya Zanîngeha Anatoliyê xwend. Piştî bidawîbûna zanîngehê li Wanê di nexweşxaneyeke taybet de di karê çavkaniya mrovan de xebitîm. Dûre derbasî Stenbolê bûm. Li Stenbolê di fîrmayeke lêkolînê ya navneteweyî de min Koordînatoriya Tirkiyeyê kir. Paşê min li Enqereyê ji bo 6 mehan perwerdeya formasyona pedagojîk stend. Li dû bi dawîkirina perwerdeyê bi temamî vegeriyam Wanê. Di vê demê de destgirî bûm. Heta pêvajoya namzetiyê min li Wanê mamostetî kir.

We çawa dest bi siyasetê kirin?

Li Kurdistanê her mirovê zilma dewletê dîtiye, weke mirovekî polîtîk ji dayik dibe. Zextên dewletê û sîstemê, ji zarokatiyê ve berê min da têkoşîna ji bo jiyaneke azad. Ji ber ku salên min ên zanîngehê û jiyana min a kar li metropolên Tirkiyeyê derbas bû, li gel pirsgirêkên li Kurdistanê min ji nêz ve pirsgirêkên din, bandorên hilweşîner ên kapîtalîzmê, pirsgirêkên karker û kedkaran dît. Bi vê yekê re ketim nava lêgerîna çareseriyeke hevpar. Bi vê yekê re di nava komeleyên karkeran de bi awayekî aktîf xebitîm. Li kargehan, febrîqeyan û li qadan me hewl dan rêxistinbûyîn û vê têkoşînê bilind bikin. Pîvana me ya bingehîn "Kurd azad nebe, Tirkiye jî azad nabe" ye. Têkoşîna me ji bo jiyaneke dûrî mêtîngerî, çînî, jiyaneke wekhev û azad e.

Der barê pirsgirêka jinê de hûn çi difikirin?

Pirsgirêka jinê pirsgirêka sîstem û dewletê ye. Lewma pirsgirêkeke civakî ye. Pirsgirêkek bi tenê bi lêgerîna azadiyê ya jinan çareser bibe nîne. Pirsgirêke ku bi jin û mêr bi têkoşîneke hevpar re dikare çareser bibe. Çawa ku ji bo rêxistinbûyîna civak û gelan were astengkirin polîtîkayeke cihêkar di navbera nasname û zimanan de hat meşandin, heman zîhniyet li hemberî zayenda jinê jî hatiye meşandin. Ji ber vê yekê, ji xwe re weke maf dibîne ku jinê qetil bike, tecawizî jinê bike, nehêle jin weke xwe bijî, keda wê talan bike, biryarê bide ku jin dikar çi li xwe bike, dikare li çi bifikire. Yekane rêya çareseriyê ya vê yekê jî têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî vî zîhniyetê qirêj e. Ancax bi vî rengî em dikarin van hewldanên wan pûç bikin.

Çima hûn ji HDP'ê bûn namzet?

Weke Kurdekê, weke jin û karkerekê, çi pirsgirêkên di vê sîstemê de hene, hat serê min, min ji wan re şahidî kir. Em weke gel, bawerî, karker û kedkaran hatin binpêkirin, talankirin û tine hatin hesibandin. Ji bo jiyaneke însanî gelek daxwazên me hene û yekane partiya dikare bibe dengê van daxwazên me HDP ye.

Ya ku HDP'ê ji partiyên din cuda dike çiye?

Samîmiyeta partiyekê bi nêzîkbûna xwe ya li gel û pê bawerbûna xwe, diyar dike. Namzetên HDP'ê bi temamî gel temsîl dikin. Yanî eynika civakê ye. Bi Kurd, Tirk, Ermenî, Laz, Azerî, Elewî, Sûnî, Karker, Bêkar, LGBT... Weke civak em vê dixwazin. Em dikarin pirsgirêkên xwe bi namzetên dikarin empatiyê bi me re deynin re çareser bikin. Lewma yekane partiya ku her kes dikare di nav de mûxatap ji xwe re bibîne HDP ye.

Ji bo destûreke nû ya bingehîn û jiyaneke nû ya derbasdar û temsîliyeta hemû maf û gelan tê de ye, yekane partiya ku bi projeyeke rasteqîn re pêşkêş dike, HDP ye. Ji bo pêçandina birînên me, yekane partiya gavên wêrekî diavêj HDP ye.

Hûn tifaqa hilbijartinê ya HDP'ê bi çi rengî şîrove dikin?

Ev tifaq piştevaniya hevpar a gelên li neheqiyan rast hatine ye û nîşan didin ku HDP projeyeke çiqasî rast e. Gelên ku bi salan bi lîstik û derewan re hewl hat dayîn ji hev bê veqetandin û bi hev bên xistin, dikarin bi hev re têbikoş in û birêxistin bibin. Bêyî ku kesek tawîzê ji bawerî û xweseriya xwe tawîzê bide, bêyî zîhniyetekî yek tîp, hemû reng dikarin li hev bicivin. HDP nîşaneya vê yekê ye.