Hêyva Sor: Di mîhrîcanê de dê alîkariya dermanan bê qebûlkirin
Hêyva Sor: Di mîhrîcanê de dê alîkariya dermanan bê qebûlkirin
Hêyva Sor: Di mîhrîcanê de dê alîkariya dermanan bê qebûlkirin
Kampanya Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojava dabû destpêkirin didome. Saziyê daxuyaniyek da û da zanîn ku mîhrîcana çanda kurd ya navnetewî ya di 21’ê Tebaxê de li Dortmundê pêk tê dê dermanan ji bo Rojava qebûl bikin û amûrên din nagirin.
Kampanyaya ku Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojava li Ewropayê daye destpêkirin, didome.
Saziyê der barê kampanyayê de wiha got: “gelê me ku ligelek welatan dijîn eleqeyeke mezin nîşanê kampanyayê dan. Di çarçoveya kampanyayê de di serî de cil û berg gelek tişt tên berhevkirin. Em rica dikin ku ji bilî dermanan tiştên din neyên berhevkirin û alîkarî bê dayîn. Ji ber ku ji bilî dermanan nekarin tiştekî bişînin. Ji ber vê divê gelê me di mîhrîcanê de alîkariya derman bikin. Em vê ji gelê xwe dixwazin.
Heyva Sor destnîşan kir ku alîkariya derman û aborî didome û got bila rayagiştî jî hestiyar tevbigerin.