Heyva Sor alîkariya xwarinê gihand Japonyayê

Heyva Sor a Kurdistanê, ji ber erdhejê piştgirî da Japonyayê.

Heyva Sor a Kurdistanê, ji ber erdheja çend roj berê rû da, alîkariya xwarinê gihand ji bajarê Kûmamoto yê Japonayayê.

Heyva Sor a Kurdistanê bi du wesayît û 8 xebatkarên xwe yên dildar re piştgiriyê kir û tevlî karê alîkariyê yê li herêmê bû.

Ji xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê Îsmaîl Elma da xuyakirin, ku ji bo bîranîna doktorê Japon ê di dema erdheja li Wanê de jiyana xwe ji dest da, ew hatine herêmê. Elma diyar kir, gelê Kurd weke gelekî xêrxwaz li ku derê dibe bila bibe hewl dide alîkariyê bide mirovên hewcedar.

'EM AMADE NE ALÎKARIYÊ BIDIN HEMÛ GELAN'

Elma got, "Weke Heyva Sor a Kurdistanê em li Japonyayê saziyeke nû ne. Ji ber karesatên xwezayî yên li welatê em lê dijîn qewimîn, em hatin herêma erdhejê Kûmamote û me lêkolîn kir. Ji aliyê gihandina alîkariyê ji hewcedaran re, her wiha li ser meşandina karekî profesyonel di vî warî de, em bûn xwedî tecrûbe." Elma di dawiya axaftina xwe de got, "Weke gelê Kurdistanê, em dixwazin li her devera cîhanê alîkariyê bikin. Di serî de gelê me em ji bo hemû gelan amade ne alîkariyê bikin."

...