Heyva Sor a Kurdistanê 21’emîn kongreya xwe li dar xist
Heyva Sor a Kurdistanê 21’emîn kongreya xwe li dar xist
Heyva Sor a Kurdistanê 21’emîn kongreya xwe li dar xist
Saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê ku 31’ê Adara sala 1993’an li Almanyayê hat damezrandin kongreya xwe ya 21’an li dar xist.
Kongre li bajarê Almanyayê Kolnê bi tevlîbûna 46 delege û nêzî 50 mêvanan pêk hat. Nûnerê saziya Kurd jî tevlî kongreyê bûn. Piştî rêzgirtinê, Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Hesen Dogan axaftina destpêkê kir.
Dogan di axaftina xwe de bal kişand ser kar û xebatên saziyê yên ji bo gelê Kurd hatine kirin û bang li her kesî kir da ku li Heyva Sor a Kurdistanê xwedî derkevin. Piştî axaftina Hesen Dogan dîwana kongreyê hat destnîşankirin.
Di kongreyê de, peymanên saziya Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê Kon-Kurd, Kongreya Netewî a Kurdistanê KNK, Civaka Îslamî a Kurdistanê, Buroya Aştiyê ya Jinan, Federasyona Komelên Êzidî, Enstûtiya Kurd, Saziya Malbatên Şehîdan û Saziya Gaziyên Kurdistanê hatin xwendin.
Di peyaman de, xebatên Heyva Sor a Kurdistanê hat silavkirin. Piştî xwendina peyaman, rapora xebatê ya sala 2012’an bi awayekî berfereh hat nirxandin.
Di nirxandinan de hat bibîrxistin ku Heyva Sor a Kurdistanê ji roja hatiye damezrandina mohra xwe li gelek xebatên girîng daye û beyî ti cûdahiyê bixe nava gelan destê alîkariyê dirêjî gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê kiriye.
Her weha bal hat kişandin ser aloziya li Sûrî dewam dike ku di ecnamê de bi sed hezaran welatî ji cih û warên xwe bûne..
Di vê mijarê de hat diyarkirin ku ji ber siyasetên rêjîma Sûrî yên şerxwaz û êrîşên wê yên li dijî taxên Kurdistan li bajarê Helebê, bi deh hezaran Kurd koçberî bajarên Efrîn û Kobanê bûne û vê gavê di nava şertên giran de dijîn.
Di kongreyê de hat gotin, ji ber şerên ku li Sûrî dewam dikin, Saziya Heyva Sor a Kurdistanê demên dawî giraniya xebatên xwe ji Rojavayê Kurdistanê veqetandiye û di vî warî de li seranserê Ewropayê Kampanya Alîkariya Lezgîn daye destpêkirin.
Di axaftinan de hat gotin ku ji ber helwestên xemsar, kampanya Rojavayê Kurdistanê heta niha negihiştiye armancên xwe û di vî warî de banga hestiyariyê li tevahiya saziyên Kurd û Kurdistaniyên li Ewropayê hat kirin.
Dawiya nirxandinan, ji bo bihêzkirina xebatên delegeyên kongreyê biryardariya xwe nîşan dan.Piştî axaftinan, ji bo destnîşankirina rêveberiya nû ya Heyva Sor a Kurdistanê hilbijartin pêk hat.
Di encamê de, Şemsettîn Kara weke serokê nû yê saziyê û Mahmûd Emîn, Murad Sargûn, Hesen Dogan û Fettah Cîrît jî, ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.