Heyetên Ewropayê: Ji bo korîdorê em ê zextê bikin
Heyetên Ewropayê: Ji bo korîdorê em ê zextê bikin
Heyetên Ewropayê: Ji bo korîdorê em ê zextê bikin
Parlamenterên Partiya Çep a Ewropa, Koalîsyona Çep a Radîkal a Yewnanîstanê (Syriza) û Çep a Ewropa ya Partiya Komunîst a Fransayê hevdîtinên xwe yên li Pirsûsê dewam dikin. Heyetên Ewropayê yên bi HDP û DBP'yiyan re hevdîtin kirin, anîn ziman ku ji bo korîdor tavilê bê vekirin ew ê zextê li dewletên xwe bikin.
Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê ku lê berxwedan dewam dike, hatina heyetên ji Ewropayê didom in. Heyeta ji Alîkarê Serokê Partiya Çep a Ewropayê Tobias Pfuger ê Elman, Serketerê Giştî Paolo Ferrero yê Îtalî, ji Tifaqa Sor û Kesk Nîkolaj Villmunsen ê Danîmarkî, parlamentera Koalîsyona Çep a Radîkal a Yewnanîstanê (Syriza) Nantîa Valavanî û şêwirmendê wê yê dîplomatîk Evangelos Kalpakîs, Serokê Partiya Çep a Ewropayê û Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê (FKP) Pierre Laurent, Berpirsyara Têkiliyên Navneteweyî ya FKP Lydîa Samarbash û endama Têkiliyên Navneteweyî ya FKP Sylvîe Jan danûstandinên xwe yên li Pirsûsê dewam dikin. Sê heyetên cuda yên ji Partiya Çep a Ewropa, Syriza û FKP li avahiya DBP'ê ya Navçeyê hatin cem hev û bi rayedarên DBP û parlamenterên HDP'ê re hevdîtin kirin. Encama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca, parlamenterên HDP'ê Îbrahîm Bînîcî û Nazmî Gur, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Doymaz heyet pêşwazî kirin û der barê berxedana Kobanê-Pirsûsê ya dikeve roja 45. de agahî dan.
'TIRKIYE DESTEKÊ DIDE ÇETEYAN'
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî di hevdîtinê de mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku her çend ev qîrîn piştî 45 rojan hatiye bihîstin jî dereng nîne û got, "Em li bendê bûn ku hemû bindestên li cîhanê li cem me cih bigirin. Di êrîşên li hemberî gelê Kurd de derket holê ku ev rêxistina hov çiqasî xetere ye. Rêxistinbûyîneke hov a li dijî jinan e. Bi tenê tevgera azadiyê ya Kurd ev rêxistina hov rawestand. Tirkiyeyê çawa ku bi salan hewl da tevgera azadiyê ya Kurd bifetisîne, xwest heman tiştî li Kobanê jî bike" û destnîşan kir ku gelek caran di çapemeniyê de derketiye holê ku Tirkiye destekê dide çeteyan.
'JI BO VEKIRINA KORÎDORÊ EM Ê ZEXTÊ BIKIN'
Endamên heyetan jî anî ziman ku ew ê li pêşberî vê rewşê bêdeng nemînin. Pierre Laurent da xuyakirin, ku ji bo korîdora însanî ya ji bo Kobanê bê vekirin, ew ê zextê li welatê lê ne bikin û got, "Me dît ku hikûmeta Tirk, li şûna alîkariyê bide we, dixwaze alîkariyên hûn dikin asteng bike. Dema em vegeriyan Ewropayê, em ê ji bo desteka navneteweyî ya ji bo we, bixebitin. Em ê rê vekin ku alîkarî yekser bigihêje şaredariyên DBP'yî. Her wiha em ê xebatên xwe yên ji bo derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Ewropayê, zêdetir bikin."
Heyetan piştre wargehên konan ên Kobanî lê ne, ziyaret kirin. Li dû serdana wargehan, tê payîn ku saet di 15:00 de li Gundê Mehserê cihê nobeda berxwedanê lê tê girtin, daxuyaniyek bê dayîn.