Heyeta Navneteweyî: AKP di hilbijartinê de hîle û zext kir!
Heyeta ku ji Ewropa ji bo şopandina hilbijartina li Kurdistanê çûbû, daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku AKP di hilbijartinê de serî li hîle û zextan da.
Heyeta ku ji Ewropa ji bo şopandina hilbijartina li Kurdistanê çûbû, daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku AKP di hilbijartinê de serî li hîle û zextan da.
Nûnerên partiyên siyasî yên ku di pêvajoya hilbijartinê de weke delegasyon çûbûn Kurdistanê diyar kirin ku li vir zext li wan hatiye kirin, li navenda Partiya Komunîst a Fransa daxuyaniyek da çapmeniyê. Di civînê de rêveberên HDP’yî jî amade bûn.
Li ser navê delegasyonan di civînê de berdevka Keskan Sandra Regol, Berpirsê Têkiliyên Navneteweyî yê Partiya Komunîst ê Fransa Pascal Tûrre, Berdevka Partiya Çep Danîelle Sîmonet û li ser navê HDP’ê Nûnerê Ewropa Eyûp Dorû amade bûn.
Di dawiya civînê de Berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê CDK-F’ê Agît Polat, Hevşaredarê navçeya Îpekyolû ya Wanê Veysel Keser jî amade bûn.
DORÛ: BÊHIQÎQÛ Û SEXTEKARÎ
Nirxandinên li civînê hatin kirin wiha ne:
“Eyûp Dorû:
“ji bo hilbijartinê gelek delegasyon hatibûn herêmê. Gelek delegasyonên hatin herêmê zext lê hatin kirin û bêhiqûqî û sextekariya hate kirin kirin bi belge. Tevî hemû hîle û sextekariyan partiya me 11,7 deng bi dest xist. Di heman demê de li bajarên weke Îzmîr, Stenbol ên Tirkiyeyê deng girt. Lê ji ber zext û zordariya heyî li Kurdistanê deng winda kir. Roja hilbijartinê hemû rêveber û hevalên me yên li ser sindoqan zext li wan hatin kirin. Tevî hemû zextan jî partiya me cihê xwe di rêza sêyan de girt.
TORRE: ÇAVDÊRÎKIRIN HATE ASTENGKIRIN, EM HATIN DESTGÎRKIRIN
Pascal Torre:
“Em li Agirî hatin destgîrkirin. Tevahî rojê destgîrkirî bûn. Endamên delegasyonê cuda cuda hatin lêpirsîn. Hatin gefkirin. Saet 17:00’an hatin berdan. Piştre dîsa hatin destgîrkirin û 2 saetan li qereqola jendermeyan girtî man. Piştre Sefaretxaneya Fransa kete dewreyê. Hemû rê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatibûn girtin. Dema em çûn balafirxaneyê komeke ku digotin servîsa antî terorê ye em pêşwazî kirin. Di dema hilbijartinê de sindoqên li gundan birin navendan. Gundî rêya 80 km bi organîzasyona HDP’ê yan jî bi lingan karî biçin dengê xwe bikar bînin. Ji ber ku wesayîtên gund hatibûn rawestandin. Ji xwe sibehê hinek buro ji aliyê leşekeran ve hatibûn girtin. Dema ku me xwest em biçin van buroyan hatin destgîrkirin.
TÛRAN: HILBIJÊR DIBIN DORPÊÇA LEŞKERAN DE BÛN
Nûnera PCF Hulya Tûran:
“Dema destgîrkirinê de em hemû seatekê hatin lêpirsinkirin. Fermandarê jendermeyan yê herêmê got ji ber pirtûka me ya bi sernavê ‘stop Erdogan’ ku berê hatibû derxsitin, ji ber sûcê ‘heqerata li serokkomar’ wê me bigrin. Piştre navê kurê min nîşan da û got wê ji bo wî jî pirsgirêk derbikevin û gef li min xwarin. Di nava rojê de 2 destgîrkirin çêbûn. Armanca wan ew bû ku ji bo em pêvojaya hilbijartinê ne şopînin me ji herêmê dûrbêxin. Piştî destgîrkirinê di nava dorpêçê de em çûn otelê. Dema ku em li wir bûn ji sefaretxaneyê li me geriyan û qala îhtimala êrîşa aligirên AKP’ê kir. Gotin derbikevin. Di pêvajoyeke wiha de em çûn balafirgehê. Li wir vê carê servîsa antî-teror hat û gef li me xwar. Di vê navberê de wêneyên pasapartên me di tevna civakî de hatibûn weşandin.ç
Demek e kurt me hilbijartin şopand. Di vê demê de jî me dît ku li gelek navçeyan hilbijêr dibin dorpêça cendermeyan de bûn û em bûn şahidê vê. Leşker li nava avahiya buroyên hilbijartinê de bûn. Sivîlên ku çek li gel wan hebûn jî li navendên sindoqên hilbijartinê digeriyan.
Piştî vê pêvajoyê pêwîst bû piştevaniya bi hêzên demokrat yên Kurd û Tirkiyeyê re hê bêhtir bihata xurtkirin. Tevî hemû zextan derxistina HDP’ê ya 67 wekîlan gelek girîng e. Em weke Partiya Komunîst a Fransayê em ê li gel hêzên demokrasî yên Kurd û Tirkiyeyê bin”.
REGOL: ME PÛSÛLAYÊN BERÊ HATIBÛN AMADEKIRIN DÎT!
Berdevka Keskan Sandra Regol:
“Li pêşiya buroyên hilbijartinê leşker û polîs amade bûn. Piştre delegasyona me ragihand ku buro hatine girtin. Em li Pirsûsê bûn. Li vir pûsûlayên ku berê hatibûn amadekirin me dîtin. Ev vekirî dihate kirin. Armanca mudaxeleya li me kirin xwestin ku em van hîleyan nebînin. Dema ku sindoq hatin vekirin me dît ku çawe di tevna civakî de encamên hilbijartinê tên eyarkirin. Heta ku em li wir bûn û derketin li ser hemû deleqasyonan dorpêçek hebû.”
SÎMONET: HEDEFA WAN HEMÛ TEPISANDINA HDP’Ê BÛ
Li ser navê Delegasyona Partiya Çepgir Danîelle Sîmonet:
“Beriya hilbijartinê rojekê em hatin Stenbolê û dema em hatin yekser xwestin telefon û pasaportên me kontrol bikin. Lêpirsin li me kirin, em ji aliyê kê ve hatine şandin, li Parîsê nûnerên HDP û PKK’ê kîne. Gotin bi balafira yekem em ê we bişînin Parîsê û qedexeya ketina welat danîn li ser we. Piştre di encama guhertina navbera servîsan de ji me re gotin hûn serbestin.
Li Amedê me pêvajoya hilbijaritnê şopand. Yekîneyên leşkeran di pêvajoya hilbijartinê de aktîv bûn; li nava hemû buroyên hilbijartinê de cih girtin. Hemû armanca dewletê tepisandina HDP’ê bû. Ji bo vê jî hemû rêbaz bikaranîn lê tevî vana HDP bi ser ket.”