Heyeta Mirovên Aqilmend dê raporên xwe aşkera bike

Heyeta Mirovên Aqilmend dê raporên xwe aşkera bike

Heyeta Mirovên Aqilmend ku di Nîsana bihurî de ava bû û di 26'ê Tîrmehê de bi Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan re hatin cem hev û dawî li xebata xwe anîn, dê sibê raporên xwe ji raya giştî re aşkera bike.

Rapora 7 herêman a ku pêşkêşî hikûmetê hat kirin û heta roja îro beş bi beş aşkera bû, dê sibê ji raya giştî re bê ragihandin.

Li ser navê Endamên Heyeta Mirovên Aqilmend Celalettîn Can, Tarhabn Erdem, Lamî Ozgen, Levent Korkût, Oral Çalişlar, Ozturk Turkdogan û Zubeyde Teker bi daxuyaniyeke nivîskî diyarkirin ku dê sibê saet di 11:30 de li Salona Civînê ya Cezayîrê bi daxuyaniyekê rapor were aşkerakirin.