Heyeta ji Êlihê piştgirî da berxwedana malbata Şenyaşar

Endamên KESK’ê û Platforma Demokrasiyê ya ji Êlihê hatin, piştgirî dan berxwedana malbata Şenyaşar.

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 220’emîn de berdewam dike. Îro jî şandeyek ji Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Êlihê û nûnerên Platforma Demokrasiyê ya Êlihê hatin serdana malbatê. Malbatê şandeya ji Êlihê bi dowizên daxwaza edaletê pêşwazî kir.

Emîne Şenyaşar anî ziman ku li dijî neheqiya tê kirin sê sal in têkoşîna xwe ya edaletê berdewam dikin û heta ku daxwaza wan edaletê bi cih were wê çalakiya xwe berdewam bikin. 

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Êlihê Denîz Topkan û Serokê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) a  Şaxa Êlihê Nurettîn Şîmşek di serdana piştgiriyê de axivîn û diyar kirin ku daxwaz û têkoşîna malbatê daxwaz û têkoşîna wan e û ew ê heta dawiyê li cem malbatêbin. 

Şandeyê kêliyek li cem malbatê Nobeta Edaletê girt û pişt re ji wir veqetiyan.