Heyeta Îmraliyê: Ev hevdîtin gavekî dîrokî ye

Heyeta Îmraliyê: Ev hevdîtin gavekî dîrokî ye

Heyeta BDP'ê ya ji parlementerên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Altan Tan pêk tê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û vegeriyan Stenbolê. Serokwekîla BDP'ê di daxuyaniya dayî de wiha got: "Ev hevdîtinê gavekî dîrokî ye."

Di çarçoveya hevdîtina rayedarên dewletê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de heyeta BDP'ê ya ji parlementerên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Altan Tan pêk tê serê sibê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin çûbûn Girava Îmraliyê. Kêştiya aydî Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Peravê ya wekîl tê de seat di derdora 18.10'an de hate lîmana Atakoy Marîna yê. Heyeta BDP'ê ya ji kêştiyê hatî xwarê daxuyaniyekî kin dan.

Li ser navê heyetê Serokwekîla BDP'ê Pervîn Buldan daxuyaniyeke kin da xebatkarên çapemeniyê wiha got: "Berî her tiştî ez spasiyê dikim. Ez dixwazim daxuyaniyekî kin a Birêz Ocalan bi were parve bikin. Berî her tiştî ez silavên xwe ji xebatkarên çapemeniyê re dişînim. Berî her tiştî ez ji ber hurmeta kedkarên çapemeniyê vê daxuyaniyê dikim. Ev hevdîtin gavekî dîrokî ye. Em pêvajoyekî dîrokî dijîn. Divê hemû alî di vê pêvajoyê de gelek baldar bin. Di destê dewletê de girtî hene. Di destê PKK'ê de jî girtî hene. Hêvî dikim ku PKK baş berê xwe dide girtiyên di destê wan de û di demekî kin de bigihijin malbatên xwe."

Pervîn Buldan, diyar kir ku têkildarî hevdîtinê de dê rojên pêş de Hevserokên Giştî yên BDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 

Pişt re heyetê tu pirsên rojnamegeran negiretin û ji Atakoy Marînayê veqetiyan.