Heyeta BDP'ê li Erdexanê bi coş hat pêşwazîkirin

Heyeta BDP'ê li Erdexanê bi coş hat pêşwazîkirin

BDP, bi parlamenter, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û endamên Meclîsa Partiyê re ji bo "Avakirina Jiyana Azad û Demokratîk" bi gel re parve bike, li Kurdistanê civînên gel lidar dixe. Yek ji van civînan jî li Erdexanê hat lidarxistin. Heyeta BDP'ê li Erdexanê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Di çarçoveya civînên gel ên bi navê "Avakirina Jiyana Azad û Demokratîk" de Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtane, Parlamenterê Agiriyê Halîl Aksoy, endamên Meclîsa Partiyê û gelek partiyî çûn Erdexanê û navenda bajêr bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Heyet ji vê derê bi girseya gel ve ber bi Meydana Cûmhûriyetê ve meşiya. Li meydana Cûmhûriyetê jî dirûşmên ji bo azadiya Ocalan, bê navbera hatin qêrîn.

Axaftina destpêkê ya li vê derê ji aliyê Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy ve hat kirin û destnîşan kir, ku ev pêvajoya hatiye destpêkirin, di encama berxwedana gerîla û girtiyên azadiyê yên bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û baweriya gelê Kurd pêk hatiye.

Aksoy di dewama axaftina xwe de diyar kir, ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye. Aksoy got, pirsgirêka Kurd pirsgirêka cîhanê ye, ya wê çareser bibe ya wê çareser bibe. 

Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtanê jî got, "Em bi berxwedanê bi ser bikevin. Weke gelê Kurd, li her devera cîhanê emê xwedî li hev derkevin. Emê xwedî li berxwedana xwe, zimanê xwe, çanda xwe û erdnîgara xwe derkevin. Lêgerîna me ya azadiyê, wê azadiya gelên din jî ronî bike. Ji vê derê, ez silavan li şoreşa rojava dikim."

Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan jî, silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel kir û bi dirûşmên " Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin.

Bûldan da xuyakirin, ku bi vê pêvajoyê re gelê Kurd û gelên Tirkiyeyî wê aştiyeke bi rûmet bi dest bixin.

Bûldan destnîşan kir, ku mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman, ev pêvajo ne dawî ye, lê destpêkeke.