Hewldana Roboskiyê: Polîtîkaya şer rê li ber êrişan vedike

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê diyar kir ku polîtîkayên şer rê li ber êrişan vedike û got “Heta ku Roboskî neyê ronîkirin, wê demokratîkbûn pêk neyê.”

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê, di meha 116’emîn de, derbarê Komkujiya Roboskê ya ku 19 jê zarok 34 hatin qetilkirin de, li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. 

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Sevîl Tûrgût beşdarî civînê bûn. Sevîl Tûrgût di civînê de axivî. 

Tûrgût, diyar kir ku ji bo edalet pêk were 116 meh in bang dikin lê ne dewlet ne jî mekanîzmayên navnetewî dengê wan nabihîzin. Tûrgût, da zanîn ku şer pergala mêtinê ye, pêşiya şerên nû vedike û wiha got: “Kesên dizanin ku bêcezatî serdest e bi awayekî bê perwa berdewam dikin ku sûcê dijminatiyê bikin. Tişta ku mirov diêşînê tişta ku van sûcên dijminahiyê dide kirin, gotin û helwesta siyasetmedaran e.”

Tûrgût, bang kir ku polîtîkayên şer ên dibin bingeha hemû komkujiyan bên sekinandin û wiha berdewam kir: “Peywîra desthilatan ev e ku di paşêrojê de qewimî be jî faîlên hemû sûcan derxînin holê û polîtîkaya bê cezatiyê ji holê rake.”

Tûrgût, destnîşan kir ku heta ji bo Roboskê edalet neyê, edalet nayê Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di serî de li dijî komkujiya Roboskê, tundî û şer ên azadiyê û jiyana mirovan ji holê radikin, em ê bê navber mafên xwe yên îtîrazê bi kar bînin. Demboriya tu komkujiyan nîne. Heta ku Roboskê neyê ronî kirin, tiştên qewimîn ji gel re neyê gotin, di siyaseta Tirkiyeyê de sivîlbûyîn û demokratîkbûyîn ne pêkan e.”