Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê, banga tevlibûna komxebata xwe kir
Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê, banga tevlibûna komxebata xwe kir
Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê, banga tevlibûna komxebata xwe kir
Aktîvîsta Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê Sati Çali ji bo komxebata ku dê di 27’ê Nîsanê de bi şîara ‘Em jin temaşe nakin, ji bo aştiyê têdikoşin’ bnga tevlibûnê li jinan kir.
Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê der barê komxebata ku dê di 27’ê Nîsanê de bi şîara ‘Em jin temaşe nakin, ji bo aştiyê têdikoşin’ bê lidarxistin de li Yekitiya Mulkiyeyan daxuyanî da çapemeniyê.
Sati Çali di civînê de axivî û balkişand ser têkoşîna aştiyê ya jinan a ku bi salane didome û wiha got: “Li ser van axan di van rojên ku bayê aştiyê zêdetir bûye de, me xwest em ji bo ku zêdetir tevli pêvajoyê bibin hatin cem hev. Têkoşîna ku em dimeşînin, ji çi baweriyê dibe bila bibe, daxwaza wan ya zayendê çi dibe bila bibe, ji kîjan aliyên polîtîk û civakî dibe bila bibe, em dê bi tevlibûne mezin têkoşîna xwe bidominin. Divê demê de ji bo aştiyeke mayîn de ya welatê me em hemû gel divê bên cem hev. Em dikarin daxwazên bikin yek û hêza xwe jî zêde bikin.
Çali da zanîn ku ev 30 sale wendahiyên gelek mezin çêbûne û wiha got: “Di serî de jinên kurd û hemû jin û aliyên civakê di bin bandora vî şerî de man. Ji ber vê jî jin divê tevli hevdîtinên aştiyê bibin û di her qada tesîskirina aştiyê de cih bigirin.”
Çali destnîşan kir ku ew dê bi awayekî aktîf di vê pêvajoyê de cih bigirin û em xebatên xwe bi komxebata di 27’ê Nîsanê de pêk tên dê bidomînin.