Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî: Em dev ji dozê bernadin

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî got ku “Heta ku edalet neyê Roboskiyê wê edalet neyê Tirkiyeyê.”

Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî, di 103’yemîn meha Komkujiya Roboskî ya 19 jê zarok 34 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan de, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Enqereyê Fatîh Kanat di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi ser komkujiyê re 3 hezar û 135 roj derbas bûn, lê hîna jî edalet pek nehatiye. Ji bo ku komkujiyên mîna yên Roboskî rû nedin, divê pêşiya necezakirinê bê girtin. Li vî welatî hîna jî mafê mirovan nayê naskirin, mirov tên kuştin û ji bo hemûyan edalet nayê bi cih anîn. Li cihekê ku edalet lê tunebe, komkujî jî nayên astengkirin.”

Kanat, da zanîn ku rêyên hiqûqî yên navxweyî yên Tirkiyeyê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), bi polîtîkayên necezakirinê komkujî xelat kirin

Kanat, dest nîşan kir ku heya edalet neyê Roboskî, wê edalet neyê Tirkiyeyê jî û wiha got: “Di serî de ji bo Roboskî, em li dijî şer û tundiyê mafên xwe yên îtîrazê, bê navber bi kar bînin. Sedama tiştên tên serê me, tunebûna dewlet, edalet û cezakirinê ye. Em alîgirê edalet û aştiyê ne. Heya ku ji bo Roboskî edalet pek were, em ê li ser cihên xwe rehet ranezên û nedin razandin. Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye. Li ser vê erdnîgariyê, rêya aştî û edaletê, teqez wê di Roboskiyê re derbas bibe.”