Hevtîna heyeta BDP’ê ya bi Ocalan re tê payîn
Hevtîna heyeta BDP’ê ya bi Ocalan re tê payîn
Hevtîna heyeta BDP’ê ya bi Ocalan re tê payîn
Wekîla seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku sibê ji bo ku biçe Grava Îmraliyê ji Wezareta Dadê li bende bersivê ne.
Tê payîn ku sibê heyeta BDP’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Grava Îmraliyê hevdîtinê pêk bîne. Wekîla seroka koma BDP’ê ji Nûçeya Ajansa Dîcleyê re (DÎHA) der barê mijarê de axivî û got: “Em ji bo ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin li bende bersiva Wezareta Dadê ne. Em îro li bende agahiya wezareta dadê ne. Hefteya borî hevdîtina me bi wezareta Dadê e kir, gotin dê em roja yekşemê bişînin. Lê hêj li me venegeriyane.îhtîmalek mezin îro dê li me vegerin. Em li bende agahiyê ne.”
Buldan der barê ku kî di heyetê de cih digire jî got hêj ne diyare, em li bende biryara wezareta dadê ne. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Pervîn Buldan herî dawî di 7’ê hezîranê de hevdîtin pêk anîbûn.