Hevserokê KCD’ê Ozturk: Divê Îmrali were girtin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bal kişand ser tecrîdê û diyar kir ku divê Îmrali were girtin.

Heyeta KCD û DBP’ê bi şîara ‘Em li dijî faşîzmê xwe rêxistin dikin’ hevdîtin û civînên xwe yên li Mêrsînê didomîne.

Heyeta ku Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di nav de ye, vê sibehê li Tarsûsê bi serdana malbatan dest bi hevdînan kir. Heyet piştre li Nûnertiya HDP’ê ya li Barbarosê bi gel re rûnişt.

Di civînê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û doza girtina HDP’ê kir. Ozturk got “6 sal in li ser HDP’ê polîtîkayên zextan heye. Ev zext li kîjan partiyê bihata kirin wê toza wê partiyê jî nemaya. Tişta ku HDP’ê li ser pêyan dihêle îradeya gel. Ji dêvila ku hûn ê HDP’ê bigirin, Îmraliyê bigirin.”

Hevserokê Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku divê li hemberî rejîma AKP û MHP’ê rêxistin were xurtkirin û got “Ev pergal Kurdan tune dihesibîne. Li vî welatî 25 milyon Kurd hene. Em dixwazin li ser vê axê bi ziman û çanda xwe bijîn. Ev daxwazên me nayên qebûlkirin lê em ê bi têkoşîna xwe mafên xwe bistînin. Li Lozanê hesabê Kurdan nekirin lê îro divê hesabê Kurdan were kirin.Desthilatdarî nikare HDP’ê bigire, heke bigire ê me jî hin bijartekên me hene. Em ji her tiştî re amade ne.”

Heyet civîn û hevdîtinên xwe bi serdana malbatan didomîne.