Hevşaredarê Pasûrê bêyî hincet hatiye destgîrkirin

Polîsên Tirk bi hincetên kêfî terora destgîrkirinê didomîne. Nayê zanîn ku Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş ji ber çi hatiye destgîrkirin.

Gerînendeyê karê fenê yê şaredariya Pasûrê Şener Aktaş, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Pasûrê Abîdîn Karaman, piştî teqîna li Pasûrê Amedê hatin destgîrkirin. Di teqînê de 7 kes miribûn.

Ji ber ku wesayîteke şaredariyê li qada bûyerê hatibû dîtin, gerînendeyê karê fenê yê şaredariya Pasûrê Şener Aktaş hatibû destgîrkirin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gotibû ‘Wê gelek kes werin destgîrkirin’. Piştî vê gotina Erdogan Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş jî hate destgîrkirin.

Eyup Aydenîz ê ku parêzerê Taş e li Gerînedentiya Emniyetê ya Pasûrê muwekîlê xwe dît.

Aydenîz diyar kir ku ji bo sedema destgîrkirinê tu hincet nehatiye nîşandan û ligel ku wan gelekî xwestine jî nekarîne bi dozger re bicivin.

Parêzerê Aktaş, Mehmet Oner jî diyar kir ku hevşaredar ne ji ber lêpirsîna teqînê hatine destgîrkirin.

Oner diyar kir ku di dosyeya lêpirsînê de ji xeynî biryara destgîrkirinê û rapora tendirustiyê tu rapor û delîl tune.