Hevşaredara Şemrexê hate binçavkirin
Hevşaredara Şemrexê ya ji DBP'ê Necla Yildirim hate binçavkirin.
Hevşaredara Şemrexê ya ji DBP'ê Necla Yildirim hate binçavkirin.
Hevşaredara navçeya Şemrex a Mêrdînê Necla Yildirim li Çanakkaleyê hate binçavkirin. Bi hinceta ku 'biryara girtina' wê heye, Yildirim hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Çanakkaleyê.
Necla Yildirim, di 14'ê Tîrmeha 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve ji wezîfeyê hatibû girtin û li şûna wê qeyûm hatibû bicihkirin.