Nobeda ‘Ji Ocalan re azadî’ ya ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li pêşiya avahiya Konseya Ewropa (KE) a li bajarê Strasboûrgê hatibû lidarxistin roja Yekşemê PYD’ê dewirgirtibû. Ji roja Yekşemê û vir ve jî hevserokên saziyên di bin sêwan Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ên Ewropa (KCDK-E) tevlî nobedê bibûn.
Nûnerên saziyan di roja 5’an a çalakiyê de bi awayekî aktîf ji bo azadiya Ocalan agahî parvekirin, gelek belavok belavkirin. Nûnerên saziyan ên duh çalakiya xwe ya Nobeda Azadiyê bi dawî kiribû, di roja 5’an de gihişte bi hezaran, rewşa Ocalan û têkoşîna wî hate vegotin.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ji Fransa, Elmanya û Swîsreyê hatibûn serdana hevparên KCDK-E’yê kirin. Jî îro û pê ve jî endamên PYD’ê çalakiyê didomînin.
PYD’î wê sibe nobedê dewrî komeke Kurdistaniyên ji Elmanyayê bên dewir bike.
Di civînên li qada çalakiyê hatin kirin de çalakvanan têkildarî bûyerên dawî yên li Kurdistanê û berxwedana li dijî faşîzam AKP’ê nirxandin. Her wiha ji bo azadiya Ocalan çalakî û tiştên bê kirin jî hatin nirxandin.
DIKEVE SALA 7’AN
Heta niha di çalakiya nobeda ‘Ji Ocalan re azadî’ ku 6 sal li peyxwe hişt ku dikeve sala 7’an 314 kom tevlî çalakiyê bûne. Her wiha nêzî 200 hezar kes beşdarî çalakiyê bûne. Her wiha hunermend, siyasetmedar, xebatkarên çapemeniyê û dostên Kurd ên Ewropî jî cihê xwe di çalakiyê de girtine.