Hevkariya PDK-AKP'ê ya li ser bazirganî û qaçaxçitiya mirovan!

Bazirganî û qaçaxçitiya mirovan bi rêya acentayên ger û geştê yên li Hewlêrê tê kirin. Karê peydakirina vîze û pasaporta ji bo koçberên Kurdistanî jî li Tirkiyeyê tê kirin.

Bazirganî û qaçaxçitiya mirovan a di ser Belarûsê re ku mehên havînê dest pê kir, rojên dawî yek ji rojeva herî girîng a Yekîtiya Ewropayê ye. Koçberên ku bi hevkariya desthilatdariya Lûkaşenko anîne Belarûsê û li ser sînor hatine danîn, piraniya wan koçberên Kurd e. Heta meha Cotmehê hejmara koçberên ku gihîştin welatên Yekîtiya Ewropayê 30 hezar kes derbas kiriye. Her wiha hejmara koçberên ku bi rengekî qaçax di ser Belarûsê re xwe gihandin Elmanyayê 7 hezar kes derbas kir.

Di encama hevkariya rêveberiya Belarûsê, desthilatdariya AKP'ê û PDK'ê de di demeke kurt de ewqas koçberên Kurd gihîştin Ewropayê.

Li gorî lêkolîna ANF'ê, gelek acenta (buro) yên ger û geştê yên li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, bi hevkarî û kontrola PDK'ê qaçaxçitiya mirovan dikin. Her wiha destûr ji van acentayan re tê dayin ku li ser medya dîjîtal bi rengekî eşkere reklamê qaçaxçitiya mirovan bikin.

Bi gotina, "Hûn amade ne ku bi me re biçe Belarûsê? Pasaporta xwe bînin, wekî din ji me re bihêlin, li buroya me hal bikin" û "Peydakirina vîzeyê ji bo Belarûsê gelekî hêsan e, yekane tişta ku hûn bikin ew e, ku pasaporta xwe bînin" reklamê dikin. Kesên ku serî li van acentayan didin jî bi hevkariya PDK û desthilatdariya AKP'ê pasaportê amade dikin. Ji ber ku nûnertiya fermî ya Belarûsê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê nîne, vîzeya ji bo koçberan li Tirkiyeyê tê amadekirin.

LI STENBOLÊ PASAPORTA SÛRIYEYÊ TÊ AMADEKIRIN

Acentayên ger û geştê yên li Hewlêrê di heman demê de karê amadekirina pasaportê ji bo penaberên Rojavayî yên welatiyên Sûriyeyê, ku pasaporta wan nîne, organîze dikin. Acentayeke ger û geştê li ser medya dîjîtal vê reklamê dike, "Ger û geşa we amade ye! Li konsolosxaneya Sûriyeyê ya li Stenbolê pasaporta we ya Sûriyeyê di nava 48 saetan de dikare bê amadekirin". Ev reklam jî nîşan dide ku hikumeta Esad jî di nava vê organîzasyonê de ye. Balkêş e ku piraniya penaberên Rojavayî yên xwe gihandine Ewropayê li kampên ser bi PDK'ê diman.

Ciwanekî ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ku 17 salî ye û nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji ANF'ê re qalê kir bê çawa gihîştiye Elmanyayê. Ciwan anî ziman ku li kampa Dumizê ya navbera Zaxo û Duhokê ji sala 2012'an û pê ve bi malbata xwe re dima û bi alîkariya rayedarên PDK'î bêyî pasaportê derbasî Stenbolê hate kirin û di ser Stenbolê hat. Ciwanê Rojavayî niha li kampeke ser bi Daîreya Ciwanan a Eyaleta Brandenburgê ya Almanyayê dimîne. Tevî ku temenê wî hîn zarok dihesibe, dibêje ku ti astengî li pêşiya wî nehatiye derxistin.

Ciwan anî ziman ku malbata wî bi acentaya ger û geştê re li hev kir û piştre ti astengî dernekete pêşiya wî û piştî ku li Stenbolê pasaporta Sûriyeyê jê re hate amadekirin tevî komekê bi balafirê çû bajarê Minskê yê Belarûsê û di ser wir re jî di bin çavdêriya polîsên Belarûsê bi otobusê ew birin sînorê Polonyayê.

BAŞÛRIYAN DU ACENTAYÊN LI MINSKÊ KIRÎN

Saziyên medya û civaka sivîl ên muxalîfên rejîma Lûkaşenko bi raporên berfireh nûçeyan diweşînin ku koçberên qaçax ên digihên Minskê bi çi rengî dibin xwedî vîze. Li gorî lêkolînên muxalîfan di nava rêveberiya Lûkaşenko de yekîneyek heye ku karê qaçaxçitiya mirovan bi rê ve dibe. Ev yekîne, ji dagirtina formê serlêdana vîzeyê heta pêşwazîkirina koçberan li balafirgehê û bicihkirina wan, ji birina wan a ber bi sînor ve bi otobusê, pêvajoyê bi temamî bi rê ve dibe.

Li gorî saziya çapemeniyê ya muxalîf 'kyky.org' şîrketên li Belarûsê ji qaçaxçitiya mirovan rojane 75 hezar Euro, mehê jî derdora 2.2 milyon Euro pere qezenç dikin. Heman malperê navê 12 acentayên ger û geştê weşand ên ku koçberên qaçax tînin Minskê û televîzyona Belsat TV a li Polonyayê jî ragihand ku du şîrketên koçberan bi qaçax tînin ên li Minskê 'Oscar Tour' û 'Vizak' in ku ji welatiyên Iraqê yên Başûrê Kurdistanê re hatine firotin.

Tê gotin xebatkarên herdu şîrketan bi hêsanî dikarin li beşên ewlekariyê yên Balafirgeha Minskê biçin û bên, karên koçberan ên ji balafirê peya dibin bi hêsanî dikin. Belsat TV diyar kir ku serkêşê xebatkarê şîrketê polîsekî berê Dzmitry Korabau ye û li balafirgehê 6-7 wergêrên bi Kurdî û Erebî zanin dixebitin. Li gorî Belsat TV buhayê vîzeya Belarûsê ku normal 180 Euro ye, digihêje 3 hezar Euroyî. Ji ber ku di serî de ev şîrketên ger û geştê, wezîfedarên balafirgehê bertîlê werdigirin.

KOÇBER LI MINSKÊ BI KOMÎ TÊNE GERANDIN

Saziyeke din a medyaya muxalîf Nexta TV jî dîmenê gerandina koçberan li navenda bajarê Minskê weşand. Di dîmenan de tê dîtin ku koçberên piraniya wan ciwan in bi komî li navendên bazarê têne gerandin. Heman saziyê dîmenekî din jî weşand ku tê de kesekî bi Kurdî diaxive dibêje, "Netirsin, ev polîsên Belarûsê ne, guleyan berdidin hewayê."

YEKÎTIYA EWROPA ZEXTÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIKE, HIŞYARIYÊ DIDE TIRKIYEYÊ

Ev qaçaxçitiya koçberan a bi rengekî organîzeyî ya navbera dewleta Tirk û rêveberiya PDK'ê, kir ku Yekîtiya Ewropa bikeve nava liv û tevgerê. Weke gava destpêkê bi zexta Yekîtiya Ewropayê seferên balafiran ên ji Hewlêr û Bexdayê ber bi Minskê ve hatin betalkirin. Bi rengekî neyekser jî hişyarî da Rêyên Hewayî yên Tİrk ku di qaçaxçitiya koçberan de roleke xwe ya girîng heye.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ûrsûla von deer Leyen ji Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û anî ziman ku ji bo pêkanînê li ser rêyên hewayî yên welatên sêyemîn ên rola wan di qaçaxçitiya koçberan de heye, ew bi taybetî dixebitin. Serokê Koma Partiya Gel a Ewropayê ku koma herî mezin a Parlamenta Ewropayê ye Manfred Weber jî xwest ku bi rengekî cidî hişyarî ji rejîma Erdogan re bê dayin. Weber got, "Eger Erdogan seferên koçberan ji Tirkiyeyê ber bi Belarûsê ve dike û bi vî rengî şantajê li Yekîtiya Ewropayê dike, divê bi rengekî eşkere bersivek ji vê yekê re bê dayin."