Hevdîtinên şandeya HDP’ê yên li Beyrûtê

Şandeya HDP’ê li Beyrûtê ya ku paytexta Lubnanê ye bi rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran re civiya.

Şandeya ku ji cîgirên hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatimogûllari û Garo Paylan pêk dihat çûn Beyrûtê ya ku paytexta Lubnanê ye û bi gelek rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran re civiya.

Di hevdîtinên hatin kirin de pêşketinên heyî yên li Tirkiyê, Lubnan, Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur hatin nirxandin. Hatimogûllari û Paylan têkildarê mijaran axaftinên ku tê de nêrîn û pêşniyarên HDP’ê hebûn pêşkêş kirin. Beşdarên din jî derbarê mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Hat zanîn ku civîn bi rengekî baş derbas bûye.

TESBÎTÊN KU DI CIVÎNÊ DE DERKETIN PÊŞ

Her wiha di hevdîtinê de rengdana şerê ku li Sûriyê didome ya li ser herêmê û rolê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya di vî şerî de; bêkariya li welatên herêmê ku zêde dibe, xizanî, koçberî û bi taybetî jî pêşketinên li Lubnanê û pirsgirêka Kurd û Filistînî ji wan mijarên ku derketin pêş bûn. Dîsa piştevanî û têkoşîna hevpar ya ku bikare sînoran derbas bike ya li dijî pirsgirêk û krîzên heyî hat nirxandin. Ji tespîtên ku di vê civîna ji ragihandinê re vekirî hat lidarxistin derketin pêş wiha ne:

“Komên berjewendîxwaz ji bo ku ol, mezheb û gelan li hemberî hevûdu sor bikin li herêmê nîjadperestî û netewperestiyê gur dikin.

Divê lîstokên bi xwîn ên heyî bi piştevanî û têkoşîna hevpar a gelên Rojhilata Navîn ya şaristaniya kevnar e re bê pûçkirin.

Desthilatdariya Tirkiyeyê bi xeyalê Neo Osmanîtiyê û siyaseta ku li ser dijminatiya Kurdan bi rê ve dibe zirarê dide hem gelên Tirkiyeyê û hem jî yên herêmê.

Di çarçoveya pêşketinên dawî de avakirina biratiya Kurd-Ereb ji bo herêmê pir girîng e.

Li herêmê têkoşîna demokratîk ya li dijî otorîterbûyînê xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Pejirandina nasnameyên bawerî, netewî û çandî û avakirina azadiyan wê pirsgirêkên herêmê kêm bike û jiyana hevpar xurt bike.

Avakirina netewa demokratîk û welatîbûyîna wekhev a gelan wê di demokratîkbûyîna giştî ya herêmê bibe xwedî roleke mezin.

Serwerkirina feraseta azadîxwaziya jinê wê bibe mifteya guherînên mezin ên li herêmê.

Rojhilata Navîn a demokratîk ne xewn e. HDP di tevahiya wan mijaran de her tim girîngî daye têkoşîna demokratîk û pêşxistina diyalogê bi pêkhateyên civakî û siyasî yên li herêmê ne.”