Hevdîtina parêzeran bi hinceta 'rewşa hewa' hat astengkirin

Hevdîtina parêzeran bi hinceta 'rewşa hewa' hat astengkirin

Parêzerên Rêberê Gelê  Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn lê serlêdana parêzeran bi hinceta "rewşa hewa" hate redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez, Asya Ulker û Pinar Akdemîr ji bo ku bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya astayî pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê serlêdana parêzeran bi hinceta "rewşa hewa" hate redkirin û hevdîtin careke din hate astengkirin.

Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heya niha nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.