Hevdîtina heyeta DEM Partiyê û Kûrtûlmûş bi dawî bû
Hevdîtina navbera heyeta DEM Partiyê û Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlûş bi dawî bû.
Hevdîtina navbera heyeta DEM Partiyê û Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlûş bi dawî bû.
Serokwekîlê Meclîsê û parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan ku bi Rêber Apo re hevdîtin kirin, li gel Ahmet Turk serdana Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş kirin. Hevdîtina ku nêzî saetekê dewam kir, bi dawî bû.
Piştî civînê daxuyaniyeke kurt hate dayin.
Sirri Sureyya Onder daxuyanî da û anî ziman ku wan qala hevdîtina bi Rêber Apo re kirine û pêşniyar wergirtine. Onder got, "Niha wê bi Birêz Bahçelî re dewam bike. Bawerim roja Duşemê em ê serdana Partiya Gel a Komarê (CHP), AK Partî û partiyên din ên li Meclîsê dewam bike. Piştî van serdanan weke heyet em ê daxuyaniyeke berfireh bidin çapemeniyê."
Onder ji bo hevdîtina bi Kûrtûlmûş re got, "baş" derbas bûye.
Heyet wê saet di 15:00 de bi Bahçelî re hevdîtinê bike.