Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Lê rayedaran dîsa bi hinceta "Keştî xirabe ye" vê hefteyê jî hevdîtin asteng kirin.
Ji parêzerên RêberêGelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dinç, Raziye Ozturk û Mehmet Devran Devrim bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ku 2 sal û 54 rojin pêk nehatiye pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê rayedaran dîsa bi hinceta "Keştî xirabe ye" destûr nedan parêzer biçim Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn û 2 sal û 54 rojin bi hinceta "keştî xirabe ye", "muxalefeta hewayê heye", "keştî li tehmîrê ye", "keştî ji tehmîrê hat lê hinek ewraq kêmin" û "betlaneya fermî" têne astengkirin.