Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate asteng kirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate asteng kirin
Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate asteng kirin
Serdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtînê çêbikin dîsa bi hinceta “Keştî xirabe ye” hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftiyane pêkbînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê belê serdan bi hinceta “Keştî xirabe ye” hat redkirin.
Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanan dikin; lê belê serlêdan bi hincetên cur bi cur ên “keştî xirabe ye”, “keştî çûye tehmîrê”, “keştî ji tehmîrê hat lê hinek belge kêmin”, “muxalefeta hewayê” û “betlaneya fermî” têne redkirin.