NÛ BÛ

Hevdîtina bi Barzanî re bi dawî bû, heyet wê bi Talabanî re rûnê

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî wê li Silêmaniyeyê bi lîderê YNK'ê re bicive.

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ku 2 caran bi Rêber Apo re li Îmraliyê hevdîtin kir, weke beşek ji van hevdîtinan li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike.

Heyeta Îmraliyê serê sibehê bi Nêçirvan Barzanî re hevdîtin kir. Hevdîtin li ofîsa Barzanî ya li Hewlêrê pêk hat. Heyetê hvedîtina xwe ya destpêkê 16'ê Sibatê roja Yekşemê bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re kiribû.

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got, "Me silavên Birêz Ocalan gihand Birêz Nêçirvan Barzanî. Em bi germahî pêşwazî kir. Nêçirvan Barzanî û heyeta wî, têkildarî pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê xwedî helwesteke neteweyî bû."

Bayindir got, "Nêçirvan Barzanî anî ziman ku ew ji pêvajoya nû ya ku hewl tê dayin bê meşandin, bi hêvî ye û ji bo rêveçûna pêvajoyê jî amade ye bi her awayî piştgiriyê bide. Em piştgiriya hêzên Kurdistanî ya ji bo pêvajoyê gelekî girîng û hêja dibînin."

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê hevdîtina bi Nêçirvan Barzanî re nêzî saetekê dewam kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di hevdîtinê de heyeta Îmraliyê têkildarî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re agahî da. Nêrîn û pêşniyarên Barzanî yên têkildarî pêvajoyê wergirt."

Hate ragihandin ku heyet wê sibe biçe Silêmaniyeyê û bi lîderê YNK'ê Bafil Talabanî û Kûbat Talabanî re hevdîtinê bike.

Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç beşdarî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê dibin.