Hevalên Numan Amed jiyana wî vegotin

Hevalên Numan Amed jiyana wî vegotin

Di 31’ê Kanûna 2012’an de li herêma Dara Hênê û Licê a bejahiya Amed’ê di navbera gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) û artêşa Tirk de şer derket. Di encama şerde dinavde endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Ertem Karabulut (Numan Amed) jî 10 gerîlayan jiyana xwe jidest dabû. Bi buneya salvegerê  yek ji rêhevalên wî Harun Mehmê di derbarê jiyan û taybetmendiyên fermandarê HPG’ê Numan Amed  ji ANF’ê re axivî.

Mehmê da zanîn ku serfermandar Numan di jiyana xwede jî efsaneyek bu û got, “heval Numan bi tekoşîna xwe di dile dijiminde tirs, dile gelde jî baweriya serkeftina tekoşînê dida avakirin.”  Mehmê di salvegera Numan Amed û deh hevalê wînde dest nîşankir ku tekoşîna ve gihiştiye qunaxekê girîn û bang li genca kir û got “ji bo biranîna heval Numan û şehîdê şoreşê peywiste tevlî nava refên gerîla bibin û tekoşînê bilind bikin.”

Serfermandarê HPG Numan Amed û deh hevalê wî di dema ku gerîlayan amadekariyên zivistanê dikirin de, di encama operasyona artêşa Tirk de jiyane xwe ji dest dabûn.

‘NUMAN FERMANDAREKÎ MEZIN Û HÊJA BÛ’

Mehmê dest nîşankir ku “serfermandar Numan, mirovekî mînak û fermandarek şerker bû.”  Mehmê got hemu jiyana Numan rêxistinî bûye û wiha berdewamkir; “ji bo min şans bû ku min heval Numan naskir,  ez gelek kêyfxweş û serbilindim. Ez yek jî şervanên heval Numan bûm û ez  gelek tiştan ji wî fêrbûm. Di  milê îdeolojik û rêxistinî de gelek kûrbû. Hertim  bi rêxistin û Rêbertîre jîyan dikir. Em ji bo wî çiqas behs bikin jî dîsa gelek kême. Em  bi şehadeta wande gelek êşiyan, gelek xemgîn bûn lê di dilemede hestên tolhildan û serkeftinê xûrt kirin. ji ber ew di Konseya Leşkerîya HPG’ê de û fermandarê eyaleta amedê bû. Hebûna wî, biryardarî û çûna ser  dijmin gelek dijmin aciz dikir, di xist tengasiyê.”

‘HER ROJA HEVAL NUMAN ÇALAKIYEK BU!’

 Mehmê da diyarkirin ku bi şer û sekna xwe Numan Amed pisîkolojiya dijmin gelek xerab dikir û wiha berdewamkir; “dijmin jîbo hevalê Numan şehîd bixîne bi hezaran leşker û bi balafiran diçûn ser wî.  dijmin jibo wî bi dehan leşker ji çav derdixist. Lê dîsanjî pênekarîbû. Dijmin gelek ajan dişand ji wî şehîd bixê. Lê  belê heval Numan ew lîstokên dijmin hertim vala derdixist. Ajanên ku dijmin dişandin ji bo wî şehîd bixînin nedikarîn li gel heval Nûman tekevin hereketê û jiber ku ji heval Numan bandor dibûn biryarên tevlîbuna nava refên gerîla didan. Ji ber ku heval Numan xwe di ideoloji û felsefa Rêbertî kûr kiribû her roj mêjiyê dijmin dikuşt, pîsîkolojiya dijmin tevlîhev dikir.

Bila herkes bizanibe ku, hevalê Nûman şehîd ket lê di şûna wî de bi dehan ciwan bi navê Numan tevlî nava refên gerîla bun û çekavî rakirin. emjî vekî hevalên vî di salvegera şehadeta wande cardin soza bilindkirina tekoşînê didin û heya serkeftine emê xeta Rêber APO bi şopînin.”

‘GEL ŞEHÎDÊN LICÊ RÛMETA XWE PEJIRANDIN’

Mehmê bal kişand ser gelê Amed ku xwedî li gerîla û şehîda dike û got “gelê Amedê şehîdê xwe ên ku   li Amed şehîd ketine bi çêkirina goristanê gerîla bêmirin kirin.” Mehmê got peywiste gelême xwedî li goristanê şehîda derkevê ji ber ev rûmet û pêşeroja gelêmene.               

Di şerên navbera gerilayê HPG û artêşa Tirk ku di 31’ê Kanûn’a 2012 de li mezrayê Şenlîk yê girêdayî gundê Birlîk a Licê de Endamê Konseya Leşkerî yê HPG’ê Ertem Karabulut (Numan Amed), Faruk Dolu (Egîd Amed), Omer Şeker (Ozer Dersim), Mehmet Biçecek (Rênas Amed), Pervîz Xalîlî (Şoreş Selmas), Mesut Yildirim (Demhat), Ruhallah Sidinecat (Firat Margî), Mehmet Zûlfikar Kaçmaz (Xebat Xançepek), Mehmet Calp (Şervan Koçer) û Hakan Tezel (Masîro) bi giştî deh gerîla jiyana xwe ji dest da.