Hevalên Denîz Gezmîş, Alpaslan Ozdogan hatin bibîaranîn
Hevalên Denîz Gezmîş, Alpaslan Ozdogan hatin bibîaranîn
Hevalên Denîz Gezmîş, Alpaslan Ozdogan hatin bibîaranîn
Hevalê, Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan di 42’emîn salvegera darvekirina wan de, Alpaslan Ozdogan k udi 1971’ê de li Nurhaqê di pevçûnê d ejiyana xwe ji dest lig ora wî hat bibîranîn.
Bîranîna li Goristana Berê ya Bucayê pêk hat, Platforma Dostaniya Suryaniyan a Îzmîrê, Îzmîr ji netewperestiyê re bêje bese!, DSÎP û Komeleya 78’an a Egeyê tevlî bûn.
Nûnerên saziyan qurnefîl danîn ser gora Ozdogan û piştre jî ji bo Gezmîş û hevalên wî deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê saziyan sreokê Komeley a78’an a Egeyê Seyîthan Çelîk axivî.
Çelîk got her 6’ê gulanê bi hezaran ciwan dibin yek dil û Gezmîş û hevalên wî bi bîr tînin. Çelîk wiha got: “Ji ber ku wan dizanibû ku heta gelê kurd azad nebe, gelê tirk azad nabe. Wan li dijî emperyalîzmê têkoşîneke mezin dan.
Têkoşîna Denîzan didome. Em dê têkoşîna demokrasî, sosyalîzm û serxwebûnê bidomînin.”