Heta niha li Iraqê 82 kes ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê bîlançoya nû ya derbarê kesên ku bi nexweşiya Koronayê ketine weşand. Li gorî bîlançoyê 31 kesên din bi vîrûsê ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê bîlançoya nû ya derbarê kesên ku bi nexweşiya Koronayê ketine weşand. Li gorî bîlançoyê 31 kesên din bi vîrûsê ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand ku ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê heta niha 53.955 test hatine çêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, di nava 24 saetên dawî de taqîgehên wan 2218 testên nû çêkirine û di encamê de testê 31 kesan pozîtîf derketiye.
Li gorî heman Wezaretî heta niha bi giştî 1513 kes bi nexweşiyê ketine, 953 kes baş bûne, di heman demê de 82 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.