Nivîskarê lêkolîner Sînan Ok rewşa aboriyê, mûçeyê kêmtirîn û nîqaşên li ser çareseriya meseleya Kurd ji ANF'ê re nirxand.
Sînan Ok anî ziman ku yek ji sedemên bingehîn ên krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ew e ku çavkaniyên welêt li şûna ku ji bo xizmetên civakî bêne bikaranîn ji bo ewlekariyê têne xerckirin û got, "Bi taybetî meseleya Kurd fakotrekî girîng e ku bandoreke yekser li aboriyê dike. Ev mesele ji Împaratoriya Osmanî heta bi Tirkiyeya dema Komarê dewam kir. Budçeya ku ji bo lêçûnên ewlekarî û dîplomasiyê hate veqetandin, li ser mezinbûna aboriya welêt bû astengiyeke cidî û pêşketina civakî asteng kir. Piştî salên 1990'î ku meseleya Kurd derbasî qada navneteweyî bû, ev pirsgirêk bû parçeyek ji polîtîkaya derve ne tenê polîtîkaya hundirîn."
Sînan Ok ragihand ku piştî sala 2016'an li Tirkiyeyê hem krîza aboriyê giran bû hem jî hêza kirînê ya mirovên xwedî mûçeyên kêmtirîn lawaz bû û got, "Mînak di navbera salên 2012 û 2014'an de mûçeyê kêmtirîn di ser 500 dolarî re bû, ber bi sala 2022'an ve ev hejmar daket heta 346 dolarî. Sedemeke sereke ya vê kêmbûnê maliyeta polîtîkaya derve bi taybetî jî polîtîkayên destwerdana li Sûriyeyê li ser aboriya Tirkiyeyê ye. Her wiha bêqîmetbûna mûçeyê kêmtirîn li pêşberî dolar, rewşa nediyar a polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê û zehmetiyên aborî yên hundirîn li gel hev dimeşin. Di sala 2024'an de qîmetê mûçeyê kêmtirîn li pêşberî dolar gihîştibe 500 dolarî jî rêveçûna vê rewşê wê bi guhertinên li rêjeya faîzê û polîtîkaya aboriyê diyar bibe."
Lêkolîner Sînan Ok anî ziman ku pêvajoya çareseriyê ji bo pêşveçûna aboriyê firsendên girîng pêşkêş kir û got, "Di navbera salên 2012 û 2014'an de mûçeyê kêmtirîn di ser 500 dolarî re bû ku ev yek nîşaneya bandora pêvajoyê li ser aboriyê bû. Lê belê piştî ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û piştî sala 2016'an polîtîkayên ewlekariyê ji nû ve ketin dewrê, di aboriya Tirkiyeyê de jî krîzeke giran destpê kir. Vê krîzê hem hêza kirînê ya gel kêm kir hem jî bi demdirêjî potansiyela mezinbûnê ya aboriyê lawaz kir. Çareseriya meseleya Kurd ne tenê aştiya civakî di heman demê de wê pêşî li potansiyela aboriyê jî veke. Eger Tirkiye çareseriyeke rasteqîn ji meseleya Kurd re peyda bike û rastiya Kurd, Kurdî û Kurdistanê qebûl bike, ev gav wê ji bo derketina ji krîza aborî û siyasî bi roleke girîng rabe."
Têkildarî paşeroja Tirkiyeyê jî Sînan Ok got, "Tirkiye ji bo karibe ji krîza aboriyê rizgar bibe û aramiyeke demdirêj bi dest bixe, neçar e ku meseleya Kurd bi rengekî aştiyane çareser bike. Ev yek ne tenê pirsgirêkeke etnîkî ye, di heman demê de pêkhateya herî girîng a pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Qebûlkirina hebûna Kurd, Kurdî û Kurdistanê wê bandoreke erênî li polîtîkaya hundir û derve ya Tirkiyeyê bike. Di vê pêvajoyê de li nava civakê li ser bingeha edalet, wekhevî û mafên mirovan dikare veguherînekê pêk bîne. Krîza hiqûq û demokrasiyê ya kûr a Tirkiyeyê tenê bi vî rengî dikare çareser bibe. Dawiya dawî çareseriyeke bi rûmet ne tenê meseleya Kurd wê ji bo aramiya tevahiya Tirkiyeyê firsendekê pêşkêş bike."