‘Heta hevdîtin bi Rêber Apo re pêk neyê, wê çalakiyên me bidomin’

Însiyatîfa Tîrêjên Rojê yên li Tirkiye û Kurdistanê çalakî dikin got: “Heta ku rû bi rû hevdîtin bi Rêber Apo re pêk neyê, wê çalakiyên me bidomin.”

Însiyatîfa Tîrêjên Rojê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin.

Îsiyatîfê ragihand ku heta hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk neyê wê çalakiyên xwe bidomînin.

Însiyatîfê li ser çalakiyan jî ev agahî da:

“7’ê Nîsanê li li Balikesîrê Ocaxa Ulkuciyan hatiye şewitandin.

8’ê Nîsanê fabrîqeyek ya tekstîlê ya girêdayî karsazeke AKP’î li Bûrsayê hatiye şewitandin, bêkêr bûne.

9’ê Nîsanê li Umraniye ya Stenbolê du wesayîtên faşîstên AKP’î hatiye şewitandin û bêker bûne.

1’ê Nîsanê li Êlihê bi boneya Rojbûna Rêber Apo posterên wî hatiye bilindkirin.”