‘Heta daxwaz neyên qebûlkirin em ê rûniştina xwe bidomînin’

Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav berxwedanê de ne, tevî dorpêça polîsên Tirk, çalakiya xwe ya rûniştinê ya li Qada Esenyûrtê didomînin.

Malbatên xizmên berxwedêran ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê, ji bo piştgiriya zarokên xwe li Qada Esenyûrt a Stenbolê di bin dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Malbatên li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê li hev civiyayî, derbasî Qada Esenyûrtê bûn.

Polîsên Tirk ê ku dayik xistî dorpêçê ji malbatê re ragihand ku çalakî qedexe ye. Lê belê malbatan guh neda polîs û got, “Heta daxwazên zarokên me bên qebûlkirin, em ê li vir rûniştina xwe bidomînin.”

Malbatên ku demekê çalakiya xwe ya rûniştinê domandî, ji bo ku sibe dîsa çalakiya xwe bidomînin, derbasî avahiya HDP’ê ya navçeyê bûn.