Hestiyên hatine dîtin dibe ku yên qetlîama Tûlsayê be
Li bajarê Tûlsayê yê DYE’yê di kolandinan de hin hestî hatin dîtin. Li gorî texmînan ev hestiyên reşikan e yên ku di sala 1921’an de hatine qetilkirin.
Li bajarê Tûlsayê yê DYE’yê di kolandinan de hin hestî hatin dîtin. Li gorî texmînan ev hestiyên reşikan e yên ku di sala 1921’an de hatine qetilkirin.
Li bajarê Tûlsayê yê eyaleta Oklahoma ya DYE’yê hin kolandin hatin kirin û hate diyarkirin ku di nav kolandinan de hin hestî hatine dîtin.
Li gorî texmînan ev hestî yên qetlîama 1921’an e. Ev qetlîam li welat yek ji qetlîama herî mezin a li ser reşikan bû.
Arkeolog Kary Stackelbeck yê di nav kolandinan de cih digire, diyar kir ku analîzên DNA nehatiye kirin û ji ber vê jî wê zû be ku agahiyeke teqez bidin.
Di sala 1921’an de li taxa Greenwood a bajarê Tûlsayê ya Oklahomayê çermspiyan girtibûn ser reşikan û di nav êrîşan de herî kêm 300 kes hatibûn qetilkirin.
Di vê qetlîamê de gelek jin û zarok hatibûn qetilkirin, hezar û 200 avahî hatibûn hilweşandin.
Baş nayê zanîn di êrîşan de çend kes hatine kuştin. Lê tê zanîn ku cenazeyê gelek kesan yan avêtine çemê bajêr, yan şewitandine û yan jî bi dizî veşartine.