Heso Birahîm: Hêzên tarî li Şengalê li pey provakasyonan in!

Cîgirê Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Birahîm di derbarê bûyera li Şerfedînê qewimî û kuştina oldarê Êzidî yê li Şêxanê axivî û got, ev bûyer karê hêzên tarî yên li pey provakasyon û planangeriyan in.

Roja 20’ê Îlonê li nêzî gundê Qinê yê herêma Şerfedîn ê Şengalê teqînekê rû dabû. Teqîn li wesayîtekê pêk hatibû û ziyana canî çênebibû. Lê belê hem di şêwaza pêkhatina bûyerê de, hem jî devera ku bûyer lê qewimî guman û fikar bi raya giştî çêkiribûn. Destpêkê bûyer weke êrîşeke hewayî hatibe ragihandin jî derkete holê ku bûyer ne di encama êrîşeke hewayî de ji ber teqîndina wesayîtekê pêk hatiye.

YBŞ'Ê BAL KIŞANDIBÛ SER PROVAKASYONÊ

Di derbarê bûyerê de Nesr el Mûbîn (Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ) bi daxuyaniyekê bal kişandibû ser hewldanên provakasyon û xirakirina aramî û ewlehiya Şengalê û hişyarî dabû.

Cîgirê Desteya Rêveber a Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Birahîm jî di derbarê bûyerê de axivî û bi heman awayî bal kişand ser plangerî û provakasyonên hêzên tarî. Birahîm diyar kir ku bi van bûyerên weke li Til Izer kuştina du endamên şirta/polîsê Iraqê, teqandina wesayîtekê li herêma Şerfedînê û kuştina oldarê Êzidî Koçek Mîran a li herêma Şêxanê bi hev re têkiliya wan heye û diyar kir ku plangerî û provakasyonên hêzên xêrnexwaz in.

'ARMANCA VAN ÊRÎŞAN PÊŞÎLÊGIRTINA VEGERÊ Û VALAKIRINA ŞENGALÊ YE'

Birahîm got: "Piştî xelkê me biryar da ku vegere ser xaka xwe, bûyerên bi vî awayî tarî destpê kirin. Ev lîstokên dijminan in. Van lîstok û provakasyonan dikin ku miletê me venegere ser axa xwe ku bikin amûrê siyaseta xwe ya qirêj.

Dîsa hewl didin dîmeneke wisa raber bikin ku 'li Şengalê aramî nîne, bila xelk venegere!' Lê heta niha me bi miletê xwe re ev lîstok û plangerî vala deranîne. Em bi birayar in ku Êzidxana xwe ava bikin.

Ji daxuyanî û axaftinên xêrnexwazan ve tên dayîn jî eşkere diyar dike ku ev lîstok û provakasyoneke van hêzên tarî ye. Destpêkê li ser rêya Til Izer kuştina 2 endamên Şirta/polîsê Iraqê, paşê teqandina wesayîteke li herêma Şerfedîn û paşê jî kuştina oldarê Êzidî Koçek Mîran, hêzên xêrnexwaz ku xwedî plangeriyên tarî ne dixwazin aramiya Şengalê xira bikin. Lê belê DAÎŞ'ê nekarî me, xelkê me ji axa xwe bike, ev hêz jî wê nekarin."

'KEVIRÊ AVÊTÎ JI DÎWÊR VEGERIYA Û LI SERÊ WAN KET'

Birahîm diyar kir ku xelkê Êzidî hînê lîstok û provakasyonên van derdorên xêrnexwaz bûye û rûyê wan baş nas kiriye û got, bi vê bûyerê senaryoyek amade kirin lê weke ku kevirekî bavêjin dîwar û kevir bê li serê wan bikeve, li xwediyê xwe ziviriye û wiha pêde çû: "Van hêzan bi teqandina wê wesayîtê senaryoyek amade kirin. Lê belê kevirê avêtî vegeriya û li serê wan ket. Hêj di şeva destpêkê de rûyê wan ê rastî derket holê. Her kes dizane ku ev lîstok wan bi xwe çêkiriye."

'BI VAN BÛYERAN DIXWAZIN PÊŞÎ LI KIRYARÊN TARÎ VEKIN'

Birahîm di nirxandina xwe de qala asta dek û dolaban jî kir û got, bi van bûyeran gelek mebestên wan hene, hem dixwazin aramiya herêmê xira bikin û xirab nîşan bidin, hem jî dixwazin pêşî li kiryarên xwe yên tarî ku dema pêş bikin vekin û wiha got: "Ev derdorên rûreş û rûtarî her tim aramî û ewlehiya Şengalê dikin armanc û dixwazin pergala li Şengalê çêbûyî ji nav bibin. Geh PKK'ê dikin hincet, geh bûyerên wiha, di esasê xwe de destketî û vîna gelê me dikin hedef, sazî û dezgehên gel dikin hedef, YBŞ'ê dikin hedef, Asayîşa Êzidxanê dikin hedef ku civakê bê parastin bihêlin da ku armancên xwe yên qirêj pêk bînin. Lê wê ti carê negihên armanca xwe.'

'KUŞTINA KOÇEK MÎRAN NEYARTIYA LI OL Û DÎROKA ME YE!'

Birahîm bal kişand ser qetilkirina oldarê Êzidî Mîran jî, sersaxî ji tevahiya civaka Êzidî re xwest û wiha domand: "Ji ber kuştina Koçek Mîran, em di serî de sersaxiyê ji malbata wî re û tevahiya civaka Êzidî re dixwazin. Kuştina mirovekî wiha xizmetkar û cefakarê civaka xwe, êşek xiste dilê miletê xwe. Bi bûyera dilêş divê em bizanin ka asta lîstok û planan çiqas kûr e. Yên ev bûyer kirî, dijminên civaka me, ola me û dîroka me ne. Hêj li Şengalê bûyerek rûnedayî, gotinên wan hazir bûn, 'PKK'ê kiriye!' Ev mirov li herêmeke bin kontrola PDK'ê de hatiye qetilkirin. Ma PKK'ê çû li Şêxanê kuşt, YBŞ çû kuşt! Bêguman civaka me êdî bi derewên wan hesiyaye. Divê Meclîsa Rûhanî rabe û di derbarê vê bûyerê de bibe xwedî helwest.

Jixwe em dizanin ku li herêma Şêxanê ragihandin ne azad e, siyaset ne azad e. Tenê aliyê olî mabû niha bi kuştina Koçek Mîran neyartiyê li ol û dîroka me jî dikin. Divê miletê me fêm bike ka metirsiyeke çiqas mezin li ser civaka me heye ji aliyê vê fereseta kujer ve."

'PDK BÛYE DESTIKÊ SIYASETA TIRK A ÊRIŞ Û DAGIRKERIYÊ'

Birahîm qala polîtîkayên hevkarî û nokeriya dewleta Tirk a PDK'ê jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev fereset kujer e, jê bê wê oldaran bikuje, siyasetmedar be wê bikuje, rojnameger be wê bikuje ku heta niha bi dehan rojnameger li herêma Kurdistanê hatine kuştin. Ev kes û derdorên ku van lîstokan di tarîtiyê de amade dikin, weke karmendên dewleta Tirk a dagirker tevdigerin. Tirkiye çi bêje PDK wê dike. Îro dewleta Tirk jê re bêje Babê Şêx ku extiryarekî Êzidiyan e, bêje 'ji bo berjewendiya me ye, wî bikujin' wê PDK bike. Lewre divê Meclîsa Rûhanî kuştina vî koçekî wisa bi hêsanî negire dest. Divê gelê me jî li hemberî her cûre lîstok, dek o dolabên van xêrnexwazan hişyar bin."