Herî zêde koçberî ji Amedê çêdibe
Herî zêde koçberî ji Amedê çêdibe
Herî zêde koçberî ji Amedê çêdibe
Midûrê Herêma Amedê ya Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) M.Salih Uras îstatîstîkên koçberiya li Tirkiyeyê aşkera kir. Li gorî şêniyê herî zêde ji Amedê koçberî çêdibe û herî zêde koçber ber bi Stenbolê ve diçin.
Midûrê Herêma Amedê ya Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) M. Salih Uras koçberiya li Tirkiyeyê aşkera kir. Li gorî van îstatîstîkên hatine aşkera kirin, di sala 2012’an de yanî salekî de ji ber hincetên cûr be cûr ji Tirkiyeyê 2 milyon 317 hezar û 814 kesan koç kiriye.
Li gorî van daneyên hatine diyarkirin, li Tirkiyeyê bajarê herî zêde jê koç çêdibe bajarê bakûrê Kurdistanê Amedê ye û her wiha bajarê herî zêde koçberan digire jî Stenbole. Li gorî şêniya di leza koçberiya bajaran de Agirî ji hezarî 27.02 bajarê herî zêde lê koçberî çêdibe û bajarê Çankiri jî ji hezarî 35.55 bajarokê ku herî zêde koçber lê bicih dibin.