Her roj heta 100 îmzeyan ji Ocalan re kom neke naçe mal

Her roj heta 100 îmzeyan ji Ocalan re kom neke naçe mal

Li navendên kirîn û firotinan li Galeriyên paytextê Swêdê Stockholmê, ez gelek caran tesadûf rastî xwepêşandan û meşên welatparêzên Kurd yên ku ez navan jî nizanim têm û piştî silavdayînê ez pirsa hûn çi dikin, dikim.

Dibêjin, ev der warê me ye, em her roj tên vêderê bi dirûşma “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statû” îmzeyan kom dikîn. Welatparêzê Kurd yê ku min zanî binavê wî Mehmet Salih Goke, dide diyarkirin ku ji bo di çarçoveya kampanyayê de hîn bibandortir be hedefekê didane pêşiya xwe û heta rojê 100 îmzeyan kom neke venagere malê.

Gok destnîşan dike ku, “Gelekî ku Rêbertiya wî azad nebe, ew jî azad nîne” Gok piştî ku dide zanîn ku, heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, gelê Kurd dê azad nebe, dê demokrasî neyê Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha domand:

“Ji ber vê çendê ez ji hezkirin tevlî vê kampanyayê dibim. Ez ji vê keyfxweşî û rûmetek mezin digirim. Sala borî gelê me li Rojava û Bakûrê Kurdistanê pêngavên mezin avêtin. Rojava rabû ser xwe û birayên me yên li wê derê xwe bixwe rêve dibin. Gelê me yê li Bakûr her roj li qadane. Ez bawer dikim ku îsal dê bibe sala pêngavên mezin, bi baweriya çareserkirina pirsgirêkê, her wiha bi vê heyecanê pêwîste hînbêhtir xwe bi tekoşînê ve bidin girêdan.”

PÊWÎSTE KAMPANYA TENÊ WEKE KOMKIRINA ÎMZEYAN NEYÊ DÎTIN

Gok aşkera dike ku, li Rojhilata Navîn dîktator li pey hev têk diçin, ev ji bo gelê Kurd firsendek mezine, pêwîste Kurd vê firsendê hem li nava welat û dervey welat baş binirxînin û berpirsyartiyek dîrokî dikeve ser milê gelê Kurd, her wiha ji bo ev firsende têkneçe pêwîste hemû gelê Kurd seferber be.

Gok tîne ziman ku, pêwîste kampanya komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan berdewam dike tenê weke kampanya komkirina îmzeyan neyê dîtin. Pêwîste bi vê kampanyayê pirsgirêka Kurd ji derdorek berfireh re bê vegotin, rayagiştî were agahdar kirin û pêwîste weke ku piştgiriyê bidin pê bidin fêmkirin.

Gok destnîşan dike ku, dema ku îmze komkirine bi deh hezar kesî re axiviye û nîqaş kiriye, Gok da zanîn ku, gelek caran rastî Tirkan hatiye û piraniya wan jî xwestiye ev pirsgirêk bi awayekî aştiyane bête çareser kirin, ji dervey derdorên nijadperest û netewperest, derdorên din tevlî kampanya îmzeyan bûne û ev yek cihê keyfxweşiyê ye.

Gok dibêje, “Êdî Tirk jî têgehiştine ku ev pirsgirêk bi çekê çareser nabe. Ez ji wan re dibêjim, em demokrasiyê ne tenê ji xwe re ji we re jî dixwazîn. Ez dibêjim, pêwîste hûn jî tevlî vê tekoşînê bibin.”

Gok dibêje, ew îmzeyên heya niha komkirine vedişêre, piştî ku kampanya ber bi dawiyê ve çû ew dê îmzeyên komkirine aşkera bike.