Her ku fesadî kir, bêhtir îhale wergirt

Çetîn Can û Kazim Can ên AKP'î ku li Wanê ji aliyê qeyûman ve têne xwedîkirin, tevî ku ji ber fesadî xistine nava îhaleyê têne darizandin, hîn jî îhaleyên mezin werdigirin.

Çetîn Can ê AKP'î ku eşkere bû, di mîtînga Serokomar Erdogan a par li Wanê de îhaleya kirêkirina wesayitan wergirt, diyar bû ku sala 2016'an ji ber fesadî xist nava îhaleyê, hatibû girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, ji bo mîtînga Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di 11'ê Hezîranê de îhaleyeke mezin a 'kirêkirina wesayitan' pêşkêş kir.

Îhaleya bi berdêla 2.399.256.00'î ji Şîrketa Veguhastin û Înşaetê ya ÇE-TA re hate dayin ku xwediyên wê endamê Meclîsa Şaredariyê yê AKP'î Çetîn Can û Kazim Can ê AKP'î ne. Li gel vê nelirêtiyê jî têkildarî Fîrmaya ÇE-TA lêpirsînek nehate destpêkirin.

Heman şîrket sala 2016'an ji ber 'fesadî xiste nava îhaleyê' ya di îhaleyeke kirêkirina wesayitan de ketibû ber lêpirsînê. Xwediyên fîrmayê Çetîn Can û Kazim Can ên AKP'î mehekê girtî man, lê belê piştî ku siyasî ketin dewrê hatin berdan. Kesê ku parêzeriyê ji herdu birayên Can re dike, Îsmaîl Say ê AKP'î ye ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve li ser Şaredariya Artemêtanê ya HDP'î bi zorê hatibû danîn.

Çetîn û Kazim Can hîn jî ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya bi destê qeyûm îhaleyan werdigirin. Fîrmaya ÇE-TA her wiha li hemberî rojnamevanên ku der barê wan de nûçe çêkirine bi îdîaya 'îftira' gilî kir. Can ku di hesabê xwe yê medya dîjîtal de dibêje ew AKP'iyekî çalak e, di dema gilîkirinê de îdîa kir ku têkiliyeke xwe bi AKP'ê re nîne.

Can di dema êrîşa dagirkeriyê de ya li ser Efrînê parvekirinên bi gotina 'Artêşa me kete nav, paqijiyê destpê kir" kiribû.