Heqdestê kêmtirîn dê sibê tespît bibe
Heqdestê kêmtirîn dê sibê tespît bibe
Heqdestê kêmtirîn dê sibê tespît bibe
Civîna Komîsyona Tespîta Heqdestê Kêmtirîn, careke din paşve hat xistin. Wezaretê ragihand ku wê heqdestê kêmtirîn ê ji bo sala 2014'an sibê aşkera bike.
Civîna Komîsyona Tespîta Heqedestê Kêmtirîn ku diviyabû îro pêk bihata, ji bo sibê paşve hat xistin. Wezareta Ewlekariya Civakî û Kar da xuyakirin ku civîna komîsyonê wê sibê saet di 10:00 de pêk were.
Heqdestê kêmtirîn ê ji bo sala 2014'an jî wê di civîna sibê de diyar bibe.
Heqdestê kêmtirîn ê li Tirkiyê bi mîlyonan xebatkaran eleqedar dike hînê 804 lîre ye. Li gorî daneyên Mijdara 2013'an ên Enstîtuya Lêkolînan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK-AR) sînorê birçîbûnê yê malbata ji çar kesan 1121 û sînorê xizaniyê jî 3544 lîre ye.