Hem desteser kir û hem jî bû kesê zane!
Hem desteser kir û hem jî bû kesê zane!
Hem desteser kir û hem jî bû kesê zane!
Li navçeya Kercews a Êlihê li gunde Nur, malbata Gulmez ya ku cerdevaniya gund qebûl nekir û ji gund koç kir, erdên wan hatin desteserkirin. Bedrettîn Gulmezê ku ji bo fêdeyê ji ‘Qanûna Mafê Zirara ji Têkoşîna Terorê pêk hatiye’ bigire serlêdan kir bersiva ‘erd û zeviyê te yê zirarê bibîne, tune’ girt.
Li navçeya Kercews a Êlihê li gundê Nû di sala 1992’an de ji ber ku cerdevanî qebûl nekirin, li ser malbatan zext hat pêkanîn. Ji malbata Gulmez, Sabru Gulmez, dema ku bi zarokên xwe re wek pale li erdê kesên din dixebitî, ji aliyê leşkeran ve hat girtin û hat kuştin.
Ji ber zextên cerdevanan heman salê gund hat valakirin. Cerdevanên gundê Ortaca li gund hatin bicihkirin. Ji malbata Gulmez, Bedrî Gulmez jî ku hêj zeviyên xwe ranekiribû, pez û dewarên xwe firotin û koçî Amedê kir. Bi salan bi hevser û zarokên xwe re paletî û hemaltî kir.
Gulmez ku gelek zeviyên wî, rezên wî li gund hene, bi 700 lîrayî li şîrketekê dixebite. Bedrî Gulmez ji bo fêdeyê ji Qanûna dayîna zirarê ya ji ber têkoşîna li hemberî terorê bigire serî li Walitiya Amed, Êlih û Kercewsê da.
Ji bo zirar bê tespîtkirin qeymeqamtiya Kercewsê, keya Nîzamettîn Kurd, azad Şukru Gulbahar, Fahrettîn Ekîncî, Ramazan Şahîn û Ahmet İşik wek kesê ‘zana’ tayîn kir.
Ti tespîta ku kesên zana kiriye de, hat raporkirin ku li gund yadê Bedretîn Gulmez tu erd û zevî tune, xaniyê wî nehatiye hilweşandin û tenê axurê wî heye. Her wiha rezê Gulmez jî wek qada daristanê hat nîşandan.
Gulmezê ku ev tespît kir serî li Qeymeqamtiya Kercewsê da. Der barê kesên zane de serlêdana sûc kir. Serdozgariya Komarê ya Kercewsê di 7’ê hezîrana 2011’an de îdianem amade kir û di darizandinê de got 3 kes hatine tayînkirin, lê ji bo zirara Gulmez bê tespîtkirin dosya baldarnehatiye girtin.
Di encama darizandina hate kirin de biryara ji bo ku xwediyê mal bê tespîtkirin divê serî li şahiya kesên wê herêmê dizainin, heyeta ruspiyan û keya bidin. Di encama darizandinê de li 5 kesan cezayê girtîgehê û 3 hezar û 750 lîra pere ceza hat birîn.
KEYA ERDA DABÛ SER NAVÊ XWE
Piştî erêkirina dadgeha bilind, li ser qeydên tapoya nû ya gunê Nur, lêkolîn hat kirin û derket holê ku keya Nîzamettîn Kurt 100 donim ser navê xwe, 97 daye ser hevjîna xwe Hazniye Kurd, 80 amujna xwe Vesîle Kurt, 90 amûjna xwe Makbule Alptekîn, 90 domam xwe Turkan Mutlu û 170 jî pismamê xwe Fayzettîn Kutlu.