Hem AKP’yî, hem MHP’yî û hem jî kujer!

Zafer G. ku  zarokekî bi navê Omer Y. bi hovîtî kuştî, beriya were girtin  wêneyek girtiye ku di wêne de bi destekî nîşana MHP’ê û bi destê dî jî nîşana Rabîa kiriye.

Omer Y. ê 2 salî ku ji hêla zavayê wan Zafer G. ve bi darekî ku li serê wî xistî û kuştî hate girtin. Zafer G. ê ku Omerê zarok kuştî, beriya were girtin wêneyekî xwe girtiye ku di wêne de bi destekî nîşana MHP’ê û bi destê dî jî nîşana Rabîa kiriye.

Li gorî agahiyan Zafer G. ê li taxa Alparslan ê Qersê dimîne, li Omer Y. Xistiye. Omerê zarok ku di nav xwînê de mayî ji hêla diya wî û cîranan ve rakirine nexweşxane. Omer Y. Ê 2 salî ku rakirin nexweşxane li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, gumanbarê bûyerê Zafer G. jî piştî demekê hate girtin. Gumanbarê kujer ku sewkî edliyeyê kirin, piştre şandin girtîgehê.

Gumanbarê kujer Zafer G. beriya ku were girtin wêneyek girtiye û di wêne de bi destekî nîşana MHP’ê û bi destê dî jî nîşana Rabîa kiriye.